HDK: Birîna Zîlan hêj nû ye 2020-07-13 11:54:35   STENBOL - Meclîsa Gelan û Baweriyan a HDK'ê bi boneya salvegera 90'emîn Komkujiya Zîlan daxuyanî da û got: "Emê li dijî polîtîkayên înkar û pişavtinê têbikoşin."   Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), bi boneya  salvegera 90'emîn a Komkujiya Zîlan daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, hat diyar kirin ku bi ser komjiyê re 90 sal derbas bûn, lê hîna jî birîna Zîlan nû ye.   ,Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Bi avabûna komarê re di sala 1922'an de soza xweseriyê ya ku ji Kurdan re hate dayin hate jibîrkirin û li ser zîhniyeta tekperest Destûra Bingehîn a 1924'an hate amadekirin. Di sala 1925'an de Şêx Seîd li ber vê rabû. Piştre jî Qanûna Takrîrî Sukûn û Dadgehên Serxwebûnê hatin avakirin. Bi vê qanûnê û di van dadgehan de bi hezaran mirov hatin darvekirin, sirgûnkirin û bi hezaran jî koç kirin.   'GELIYÊ ZÎLAN BI CESEDAN TIJE KIRIN'   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di 13yê Tîrmeha 1930'an li Agiriyê êrişeke leşkerî dest pê kir û di nava du hefteyan de bi hezaran mirov hatin qetilkirin. HDK'ê diyar kir ku li gorî rojnameya Cûmhûriyetê 15 hezar, li gorî hin çavkaniyan jî 47 hezar kes di komkujiyê de hatin kuştin û bi bîr xist ku rojnameyan ji bo komkujiya Zîlanê gotin, "Geliyê Zîlanê bi cesedan tijî bû" nivîsandin. Meclîsa Gel û Baweriyan a HDK'ê qurbaniyên Komkujiya Zîlanê bi bîr anî û da zanîn ku li dijî zîhniyeta tekperest, têkoşîna gelê Kurd didome.