Agahî ji rojnamegerê ku asayîşa PDK’ê ew binçav kiribû nayê girtin 2020-07-13 11:28:38 NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger Qehreman Şukrî ku li Duhokê ji aliyê asayîşa PDK’ê hatibû binçavkirin 17 roj in agahî jê nayê girtin.    Bi operasyona ku Tirkiyeyê li Heftanînê daye destpêkirin re gelek cihwarbûnên Herêma Kurdistanê ya Federe jî tên bombebarankirin. Di 19’ê hezîranê de di encama bombebarana li gundê Sîda yê navçeya Şeladizê ya Duhokê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bombebaranê rojnameger Qehreman Şukrî ji bo şopandina bûyerê çêbû herêmê û di 27’ê hezîranê de bi gelek kesan re ji aliyê asayhîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin. Ji vê rojê ve agahî ji Şukrî nayê girtin.   Asayîşa PDK’ê destûr nade ku Şukrî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Her wiha derbarê binçavkirina wî de jî tu daxuıyanî nade.   Şukrî, di 26’ê çileya 2019’an de dema ku serhildana gelê herêmê ya li hemberî baregehên Tirkiyeyê şopandibû, ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin û 22 rojan di bin çavan de mabû.    Rêxistinbên rojnamegveran daxwaz kirin ku Şukrî demildest bê berdan.