Turgut Kazan: Guhertina Pir Baroyî ‘Zagona Feyzîoglu ye' 2020-07-13 09:05:55 STENBOL – Serokê Baroya Stenbolê yê berê Turgut Kazan, bal kişand ser pergala “Pir Baroyî" ku li meclîsê hat erêkirin û got: "Ev zagon ya Metin Feyzîoglu ye. Bi vê guhertinê, dixwaze keleha dawî ya bê alî mabû jî dîl bigire û têxe kontrola xwe."  Îqtîdara AKP û MHP'ê, bi armanca baroyan perçe bike û bi xwe ve girê bide pêşnûneqanûn amade kir û xist rojeva Komîsyona Edaletê. Li gel hemû çalakî û îtîrazên baro û serokên Baroyên Tirkiyeyê jî dîsa Komîsyona Edaletê daxwaza îqtîdara AKP-MHP'ê erê kir û ev pêşnûmeqanûn birin rojeva meclîsê. Li meclîsê jî piştî niqaşên 2 rojan û li gel hemû îtîrazên muxalefetê dîsa bi denge AKP û MHP'ê pêşnûmeqanûna pergala Pir Baroyî li meclîsê qebûl kirin. AKP-MHP'ê pêşnûmeqanûna ku ji 28 xalan pêk dihat li meclîsê qebûl kirin. Serokê Baroya Stenbolê yê berê Turgut Kazan, bal kişand ser pergala Pir Baroyî û wiha got: “Bi vê yekê armanc dike ku mafê parastin û darizandina adîlane ji kok ve tune bikin. Niha daraza heyî jî serbixwe û bê alî tev nagere. Bi vê guhertinê dixwaze keleha dawî ya di qada hiquqê de bê alî û serbixwe maye baroyan jî bi dest bixin.    'EV ZAGONA METÎN FEYZÎOGLU YE'   Kazan, destnîşan kir ku Lijneya Dozger û Hekîman (HSK), Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) bi tevahî ji aliyê Pergala Hikûmetê ya Serokomar ve dîl hatine girtin û wiha lê zêde kir: "Endamên AYM û HSK'ê raste rast ji jor ve tên diyarkirin. Ji ber vê yekê ne serbixwe û bê alî ne. Lê tew nebe jî parêzerên ku qirêjiya wan, neheqî û bê edaletiya ku dikin tînin ziman û îtîraz dikin hene. Ji ber vê yekê îqtîdara siyasî ji vê rewşa parêzeran bêzar e. Di encamê de îqtîdar dixwaze daraz û baroyên girêdayî xwe ava bikin. Îqtîdara siyasî ji ber ku hiqûqê nas nake, li dijî hiqûqê tev digere. Bi vê yekê dixwaze deriyê baroyan kîlît bike. Her ku îqtîdara siyasî hêzê winda dike zext û tundiyê jî zêde dike. Dixwaze baroyan jî bêdeng bike û împaratoriya tirsê ava bike. Ev di heman demê de zagona Metîn Feyzîoglu ye. Bazariya vê yekê bi Metin Feyzîsoglu re kirine û pêk anîne. Metin Feyzîoglu ev yek ji bo hikûmetê hêsan kiriye."      Kazan, herî dawî anî ziman ku bi guhertina vê zagonê parastina mirovan zerar bibîne û wiha bi dawî kir: "Dê bi tu awayî mafê parastina mirovan nemîne. Êdî dê neheqî û bê edaletî neyê teşîrkirin. Êdî mirovên bên girtin, dê mafê wan ê parastinê jî ji destê wan bê girtin. Dê mirovan neçarî întîharan bikin. Dema Erdogan Serokê Partiya Refahê yê Stenbolê û Şaredarê Stenbolê bû, baro wê demê misogeriya wî bû.    Divê teqez AYM vê yekê betal bike. Ger ku betal neke dê ezmûnê derbas neke.      MA / Nacî Kaya - Kadîr Guney