Hasan Ozgûneş: Bi operasyonên eskerî Kurdistanê talan dikin 2020-07-13 09:04:11 ŞIRNEX - Li herêmê operasyonên eskerî bi demsala havînê re zêde bûn. Ji ber operasyonan ekolojî zerarek mezin dibîne. Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê  Hasan Ozguneş, bal kişand ser operasyonên eskerî û armanca wan û got: "Li herêmê bi navê ewlehiyê li her derekê qereqolan ava dikin. Riya geliyê Balaro yê li quntara Cudî qut kirine. Hêjmara eskeran duqat ji ya gel zêdetir bûye."    Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) li Herêma Federe a Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarên herêmê operasyon û êrîş zêde kirine. Ji ber operasyonên TSK'ê yên hewayî û bejayî welatî tên kuştin û xweza zerarê dibîne. Di rojên dawî de li Şirnexê operasyonên eskerî zêde bûne. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, êrîş û operasyonên TSK'ê nirxandin. Ozgûneş, anî ziman ku operasyonên eskerî gelê kurd li dijî dewletê hêrs dike û got: “Nêzîkatiya dewletê ya li dijî gelê kurd nayê qebûlkirin. Ji ber neyariya gelê Kurd êrîşî Rojava û  Şengalê dikin. Êrîş hem erdnîgariya gelê kurd talan dike û hem jî bandora neyînî li ser gundan dike. Hezar salin dibêjin 'Em birayên hev in'. Lê heta niha me ev nedît. Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re ji bo ku gelê kurd asîmîle bikin, nasname û çanda wan înkar bikin, di nav hewledanan dene. Gelê Kurd bi salane ji bo nasnameyek azad têdikoşe. Têkoşîna Kurdan çavê dewletê ditirsîne. Dewlet şerê bêqanûn, bêehleq, bêpîvan ên li dijî mafên mirovan û navneteweyî dimeşîne. Bi van êrîşan zirarê dide gelê me û erdnîgariya me.”   ‘QEREQOLÊN NÛ AVA DIKIN'    Ozgûneş, bal kişand li ser avakirina qereqolan û wiha axivî: "Eskeran di demên dawî de li çiyayê Cudî gelek qereqol û riyên nû çêkirin. Êrîşên hewayî bi salan e didomin. Di salên 90’an de gundên derdora quntarê Çiyayê Cudî û başûrê wî bi navê ewlekariye hatin şewitandin û hilweşandin. Piştî salên 2000'î destûr dan ku gundî bizîvirin gund û warên xwe. Hinek jê zîsvirîn, hinek jî li navçeyan û navenda Şirnexê bi cih bûn. Bi roj diçin zeviyên xwe û baxçeyên xwe av didin. Lê ji ber operasyonên eskerî nikarin biçin. Dema balafirên şer wan deran bombebaran dikin, derûniya gelê me xera dike û erdnîgariyê talan û wêran dike. Di êrîşan de mirovan dikujin û birîndar dikin. Pişt re jî dibêjin 'Bi şaşî çêbûye'. Ev nayê qebûl kirin. Şêniyên  ku debara xwe li zoza û daristanan dikin, ji ber  operasyonên eskerî nikarin debara xwe bikin. Derfetên jiyanê li mirovan asê û teng dikin. Bi dehan çavkaniyên komirê li wir hene. Gelê me bi roj diçin li kanên komirê kar dikin. Bi her awayî operasyon bandora neyînî li ser jiyana mirovan dike.    ‘BI OPERASYONAN AXA KURDISTANÊ TALAN DIKIN'   Ozgûneş, li ser talankirin û wêrankirina ekolojiyê jî rawestiya û wiha berdewam kir: "Beriya hikûmeta AKP û MHP jî daristanên Kurdistanê bombe dikirin û dişewitandin. Bi operasyonan ax û ekolojiya Kurdîstanê talan û wêran dikin. Eskeran rêya geliyê Balaro yê li quntara Cudî ya Başûrê Şirnexê birîne. Ewlehiyê hincet nîşan didin. Lê ne rast e. Li wan geliyan qereqolan ava dikin. Li ser her girekî qereqol çêkirine. Li herêmê hejmara eskeran duqat ji ya gel zêdetir e. Li herêmê pirsgirika ewlehiyê tune. Pirsgirêk ew e ku bi destê cerdewanan  daran dibirin. Bi birîna daran rantê pêş dixin û xwezayê talan dikin. Ji Cifane bigire, heta Guntaremo, Nîvavan, Gilerot û Şîlerotê daran dibirin. Welatî li dijî birina daran bi bertekin. Eskeran ji welatiyan re got, 'hûn werin daran bibirin'. Lê welatiyan qebûl nekir. Cerdewan ji Sêgirkê anîn û bi cerdevanan daran dibirin Ev hem neyariya gelê kurd û hem jî neyariya xwezayê ye. Bi birîna daran peyama "Em ê hem mafê we yê jiyanê û hem jî yê hawirdora tune bikin. Em ê bi kuştin, qetilkirin û wêrankirinê we perîşan û koçber bikin.”    EM Ê LI DIJÎ OPERASYONAN TÊBIKOŞIN'     Hasan Ozguneş, herî dawî anî ziman ku wekî parlementerên herêmê, operasyonên li herêmê ji nêzîk ve dişopînin û wiha got: "Em ê her tim li dijî polîtîkayên bêexleq û bêwîjdan di çalakiyan de bin. Li dijî van polîtîkayan helwestek me û têkoşîna me ya  bêdawî heye. Di dîrokê de baş an xerab; hevkariya kurd û tirkan serkeftinên mezin bi dest xistiye. Lê çi cara bi gelê kurd re neyartî kirin, wê çaxê xisar derketine. Heta ku ev polîtîqayên qirêj  û operasyonên eskeri bên sekinandin, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Siyaseta qirêj a ku li Tirkiye, rojava, başûr û rojhilat tê meşandin wê tu encamê nagire. Ev şerê ku pêk tê divê bi rêbazên demokratîk bê çareser kirin. Heta ku şer bidome dê Rojhilata Navîn azad û wekhev nebe.”    MA / Zeynep Dûrgût