'Îşkenceya li Rojbîn hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin' 2020-07-12 20:10:15         STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan di fînala kampanya "Têkoşîna Jinan li her derê ye" de bang li hemû jinên Tirkiyeyê kir û got: "Reng, bawerî, nasname û fikra we çi dibe bila bibe îro îşkencya li Rojbîn Çetîn hatiye kirin li hemû jinan hatiyekirin. Ji ber vê yekê divê em hemû jin li dijî vê sepana li jinan tê kirin bibin yek û bi hevre têbikoşin."   Meclîsa Jinan a HDP'ê di çarçoveya kampanya “Têkoşîna Jinan li her derê ye" de li pêş Navenda Operaya Sureya ya Kadikoyê ya Stenbolê kom bûn û meş li dar xistin. Ewil zedeyî sed jin bi tilîliyan li dora erbanê kom bûn, bê navber dirûşmeyên "Jin Jiyan azadî" berz kirin. Jinan li vir berdilkên xemrî, spî, kesk, zer yên li ser wan "Tekoşîna jinan li her derê ye" "Jin dem dema azadiyê ye" "Hevserokatî xeta me ya xemrî e" û "Efûya îstîsmarê nabe"  nivîsîbû li xwe kirin. Dîsa lolîlopên ku heman daxwazên jinan tînin ziman li ser nivîsîbû rakirin. Dema Hevseroka Gişti ya HDP'ê Pervin Buldan hat qade jinan bi yek dengî dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî" berz kirin. Piştî Pervîn Buldan hat qadê, jinan li Kadikoyê daxuyanî dan çapemeniyê. Jinan Pankarta mezin a "Têkoşina Jinê li her derê ye" vekirin û dirûşmeya "Em bêdeng nabin, emnatirsin, em îteat nakin" berz kirin. Pişt re nûnerên Dayikê Aştiyê Meclisa TJA, Hevberdevka HDK'ê, Nûnera ESP'ê û gelek nûnerên din ên rêxistinên jinan axaftin kirin. Jinan diyar kirin ku ew li dijî tundiyê tu carî serî natewînin û dê her tim li qadan têkoşîna xwe bilind bikin. Jinan xwest tundiya li ser jinan bi dawî bibe.    BULDAN: ÎQTÎDAR DIJMINÊ JINAN E   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî herî dawî axaftinek kurd kir û got: "Em îro fînala kampanya xwe li Aydin, Dersim û Îstanbulê li dar dixin. Di vê kampanyayê de ji bo azadî û wekheviyê li qadan di axivîn. Em dizanin ku em ne ewqas in. Em bi milyonan in. Lê ji ber şewba pandemiyê em hêjmarek hindik li hev kom bûn."    Buldan, anî ziman ku îqtidar, îqtîdara dijminê jinan e û wiah got: "Ev îqtîdar xwedî feraseta ku kesên jinan qetil dikin, zilmê li jinan dike bê ceza dihêle. Ev îqtîdar dijminê jinan e. Em bang li milyonan jinên li Tirkiyeyê dikin. Nerîn, fikr, bawerî û rengê we çi dibe bila bibe, tişta tê kirin li her kesî tê kirin. Divê hûn bêdeng nemînin.. Tişta îro li Rojbîn Çetîn, Figen Yuksekdag, Gultan Kişanak tê kirin dê sibê li we jî bê kirin. Roj nabe ku jin neyên qetilkirin. Roj tune ku jin bi tundiyê re rû bi rû nemînin. Jin di her qada jiyanê de bi bedel û têkoşînên pir mezin hatin îro. Lê yên vî welatî bi rêve dibin maf û destkeftiyên jinan desteser dikin. Qeyûmên tayînî şaredaiyên HDP'ê dikin karê wan ê ewil dest dirêjî keda jinê û destkeftiyê jinê dikin. Stargeh û destkefiyên jinan digirin û hebûna xwe berdewam dikin."     PEYMANA ÎSTANBÛL BINPÊ KIRIN    Buldan, herî dawî bal kişand ser peymana Îstanbul û wiha bi dawî kir: "Peymana Îstanbul di sala 2011'an de vê îqtîdarê îmze kir. Lê her çend îmze kir jî pêk neanîn. Li şûna pêk bînin her tim îhlal kirin. Bi îşkenceya bi kuçikan a li Rojbîn Çetîn Peymana Îstanbul îhlal kirin. Makbûle Ozbey a 72 salî girtin û Peymana Îstanbûlê îhlal kirin. Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Figen Yuksekdag şandin girtîgehê û ev peyman îhlal kirin. Em soz didin ku emê destûr nedin îmzeyê ji bin vê peymanê bikişînin. Em soz didin emê têkoşîna xwe berdewam bikin."