Ji bo 33 rêwiyê xeyalan ‘Zincîra edaletê' 2020-07-12 19:44:17   STENBOL - Rêxistinên  Ciwanan ji bo 33 ciwanên sosyalîst ên rêwîtiya xeyalan ku li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin bibîr bînin "Zincira Edaletê" ava kirin.    Endam û rêveberên Rêxistinên Ciwanan, di çarçoveya kampanya şîara "Ji Bo Pirsûsê Edalet, Ji Bo Her Kesî Edalet" de ji bo 33 ciwanên sosyalîst ên ji bo xeyalên zarokên Kobanê pêk bînin ketin rê û li Pirsûsê ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin qetilkirin, bibîr bînin, li Rihtima Kadikoyê çalakî li dar xistin. Dema ciwanan çalakî li dar xistin polîsan xwest ciwanan asteng bike. Ciwan li gel rastî astengiyan hatin jî dîsa “Zincîra Edaletê" ava kirin û dirûşmeya “Ji bo Pirsûsê Edalet, ji bo her kesî edalet", “Dê ji qatilan hesab bê pirsîn" û “Pirsûsê ji bîr neke û nede ji bîr kirin" berz kirin. Ciwanan bi wêneyê 33 ciwanên hatin qetilkirin zincîr ava kirin. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş û Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz jî tev li çalakiya ciwanan bûn. Hevseroka Giştî SGDF'ê Alev Ozkîraz, bertek nîşanî astengiya polîsan dan.    Çalakî bi pêşandana şanoya ji bo kesên di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest  dabûn bi dawî bû.