Tanrikulu: Di hezîranê de 281 mafê jiyanê hatin binpêkirin 2020-07-12 17:16:16   ENQERE - Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, rapora “Binpêkirina mafan a Hezîrana 2020'an" amade kir. Li gorî rapora Tanrikulu di hezîranê de 281 mafên jiyanê hatin binpêkirin.   Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê Stenbolê Sezgin Tanrikulu, “Rapora Binpêkirina Mafan a Hezîrana 2020'an" aşkere kir. Li gorî rapora Tanrikulu, di meha hezîranê de 281 mafên jiyanê hatiye binpekirin. Di cînayetên karkeran û kar de 188 maf hatin binpekirin. Di şerê çekdarî de 56, di cînayetên jinan de 27, mirinên li girtîgehan 2, mirinên penaberan 6, înfazên bê daraz 1, di şerê sivîlan de 1 mafê jiyanê hatiye binpêkirin.    Tanrikulu di raporê de diyar kir ku 144 bûyerên îşkenceyê pêk hatine û wiha cih da raporê. "Li derve 28 li girtîgehan jî 166 mafê mirovan hatiye binpêikirin û işkence hatiye kirin. Dîsa di vê mehê de 2 rojnameger hatine girtin, 6 rojnameger hatine binçavkirin. Der barê 3 rojnamgeran de ceza hatiye birîn. Li 5 rojnameger lêpirsîn vebûye. 1 rojnameger êrîş lê hatiye kirin.