Polîsan meşa jinan a Aydinê asteng kirin 2020-07-12 16:54:35 AYDIN - Jinên xwestin tevlî meşa jinan a ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP’ê ve li Aydinê hat lidarxistin bibin di ketin bajêr de hatin rawestandin û derketina ji avahiya partiyê hat astengkirin. Parlamenteran li ser vê yekê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.    Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), xwest meşa fînalê ya herêma Egeyê ya kampanyeya bi dirûşmeya “Têkoşîna Jinan Li Her derê ye” starta wê hat dayîn, li Aydinê bike. Lê polîs meşa fînalê asteng dikin. Jinên ji bo meşa Aydinê ji Denîzlî û Antalyayê ketin rê, di ketina bajêr de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Polîsan ji jinan xwestin ku bi maşineyên taybet bikevin bajêr. Polîsan dîsa gefa “ger hûn paşve venegerin emê maşîneyên we girê bidin” li jinan xwarin.    Endama Meclîsa HDP’ê Songul Şarkli, diyar kir ku ew dixwazin biçin meşê, lê ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin û wiha got: “Me xwest em kom bi kom biçin. Lê ev pêşniyara me nehat qebûl kirin. Ji me xwestin ku em paşve vegerin. Emê dest ji meşa jinan bernedin.”    ASTENGÎ ŞERMEZAR KIRIN    Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca ku ji bo meşê li navenda Aydinê dimîne, derbarê astengiyan de bi Waliyê Aydinê re xwest hevdîtin bike. Lê daxwaza Ûca bê encam ma. Polîs destûr nadin ku Parlamenterên HDP’ê Ûca, Serpîl Kemalbay û jinên endamên partiyê ji avahiya partiyê derkevin. Polîsên ku bi bariyerên hêsin derdora avahiya  bajêr girtine, diyar dikin ku ewê destûrê nedin meşa jinan. Parlameter jî ji bo şermezarkirina astengiyên polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.