Li Mêrdînê kesek hat girtin 2020-07-12 16:05:12   MÊRDÎN -  Ji 9 kesên li navenda Mêrdînê hatibûn binçavkirin 8 jê hatin berdan û kesek jî hat girtin.    Polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê di çarçoveya lêpirsîna dest pê kiribû de, di 1’ê Tîrmehê de li 5 bajaran bi ser malan de girtibûn û 10 kes binçav kiribûn. Aynûr  Kûaç a hat binçavkirin û dûre hatibû berdan, li ser îtîraza dozger cardin hat girtin û bi pitika wê ya 10 mehî re, di 10’ê Tîrmehê de şandibûn girtîgehê   9 kesên di çarçoveya heman operasyonê de hatibûn binçavkirin, lêpirsîna wan a li Miduriyeta Polîsan bi dawî bû. 9 kesên îro anîn Edliya Mêrdînê, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Nobedar hatin kirin. Dadgehê derbarê 8 kesan de biryara berdanê da û têdilkarî A.Y. jî, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê da û şand girtîgehê.