Karkeran têkoşîna xwe ya 12 salan dewam kirin 2020-07-12 15:33:59   STENBOL -  Karkerên Fabrîqeya Uzel ên ji bo tezmîneta xwe bigirin ev 12 salin têdikoşin, carek din li  ber fabriqeya li Ramî kom bûn û peyama “Heya ku em mafê xwe bi dest bixin emê têbikoşin” dan.   Fabrîqeya Uzel, di sala 2008’an de, ragihand ku îflas kiriye û ji ber vê sedemê nêzî 500 karkeran beyî ku tezmîneta wan bide ji kar derxistin. Karkerên fabrîqeyê, ji roja ku ji kar hatin derxistin û heya roja îro, ji bo tezmîneta xwe bigirin, têkoşîna xwe dewam dikin. Karker ji bo tezmîneta xwe bigirin,  îro carek din li ber fabrîqeya Ramî ya li Stenbolê kom bûn û daxwaza tezmîneta xwe kirin. Karkeran di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Emê destûrê nedin ku tezmînatên me bên xespkirin”, “Mirin heye, veger tuneye” û “Emê bi berxwedanê qezenc bikin” berz kirin.    'MAFÊ ME BIDIN ME’   Yek ji karkerên nekarî tezmîneta xwe ji Fabrîqeya Uzel bigire  Sûat Bektaş daxuyanî da û wiha axivî: “Ev 12 salin em têkoşîna hiqûq û mafê xwe bi rêve dibin. Kesên ji vê çalakiya me acizin hene.  Ev qet ne di xema me deye. Mafê xêdana me bidin me, weke din me tiştek ji we navê. Em sedeqeyê naxwazin. Em daxwaza mafê xwe dikin. Mafê me bidin me. Heya ku mafê me neyê dayîn emê têkoşîna xwe dewam bikin. Em tezmînatên xwe dixwazin.”   Piştî axaftinê, daxuyanî bi dawî bû.