Hejmara kesên di kêştiya noqî avê bû de mirin, derket 21’an 2020-07-12 14:52:23 WAN – Hejmera  kesên di kêştiya  li Gola Wanê noqî avê bû de, derket 21’an. Di xebatên 16 rojin dewam dike de du cenazeyên din îro hatin dîtin.     Keştiya ji taxa Altinsaç a navçeya Westanê di 27’ê Hezîranê de di Gola Wanê de ket rê û piştre noqî avê bû, li nêzî Girava Çarpanakê 107 metre di kurahiya vê de hatibû dîtin. Cenazeyên penaberên di kêştiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, yek bi yek ji avê tên derxistin.     Cenazeyên di keştiyê de bi rêbaza çengele ji avê tên derxistin. Çengel bi cîhazanên Row ve tên girêdan û yek bi yek cenaze tên derxistin.    Heya niha cenazeyê 13 penaberan li ser avê hatin dîtin û 6 jê ji kêştiyê hatin derxistin. Di encama xebatên hatin kirin de, îrojî cenazeyê du kesên din ji avê hatin derxistin.   Cenazeyên hatin derxsitin, li Saziya Tipa Edlî (ATK) tên girtin.  Ji bo derxistina cezayê penaberan xebatên lêgerînê dewam dikin.