Dr. Ûlûgûna: Merheleya îro ya Komkujiya Zilan çêkirina HES’a ne 2020-07-12 13:49:00 WAN – Dr. Sedat Ûlûgana, rewşa îro ya li Geliyê Zîlan tê jiyîn, weke parçeyekê komkujiya kurdan nirxandin û got: “Merheleya îro ya komkujiyê, bi avakirina HES’an a li herêmê dewam dike.”    Li herêma Geliyê Zîlan a navçeya Erdîş a Wanê, di 13’yê Tîrmaha 1930’an de 44 gund hatin şewitandin û bi hezaran kes hatin qetilkirin. Her çiqasê di dîroka fermî de cih ji bo vê komkujiyê nehatibe dayîn jî, lê ev bûyer weke “Komkujiya Zîlan” di rûpelên dîrokê de cih girt. Îsyana Îbrahîm Axa yê Biroyê Haskê Telî ya di sala 1926’an de rû da, weke hinceta komkujiyê hatibû nîşandan. Rêxistinên Xoybûnê jî di 1929’an tevlî vê îsyanê bibûn û eşîretan bi awayekê belav şer dikirin. Ji eşîrên Xoybûn û Berzencî Seyîd Resûl dişînin Geliyê Zilan.  Seyîd Resûl bi koma ji 400 kesan pêk tê Erdîşê dorpêç dikin. Îsyankarên piştî şerek dirêj xwe paşve dikêşin û derbasî Îranê dibin. Beg Derwîş ê li Erdîşê ji bo serpeliyê hatiye peywirdarkirin, li ser vê yekê Geliyê Zîlan dixe dorpêçê û gundên li herêmê Doluca, Şahbazar, Doganci, Tendurek, Çakirbey, Yilanlik, Harhus, Babazeng, Komur, Şor, Şorik, Murşit, Mescitli, Karakilis, Kunduk, Zorava, Aryutin, Hallackoy, Koşkopru, Kuruçem, Mulk, Yekmal, Kilise, Gosk, Aşagi Partaş, Yukari Partaş, Binesi, Bunizi, Pelexlu, Kerx, Sogutlu, Migare, Kardogan, Kelle, Hostekar, Suvarkoy, Kizilkilise, Ziyaret, Hiraşen, Komik, Şeytanava, Birhan û Yukarı Koşkopru dide ber agir û dişewitîne. Ligel vê bi hezaran kes bi tifingan tên kuştin. Her çiqasî Komkujiya Zîlan weke 15 hezar kesan hatibe nîşandan jî, lê ligorî şahidina û çavkaniyên cuda, ev hejmar ji 40 hezarî zêdetire.   KOMKUJIYAN KURDAN   Dr. Sedat Ûlûgana, yê derbarê komkujiyê de lêkolînan dike, diyar kir ku Komkujiya Zilan yek ji planên rejîma Kemalîst e û parçeyekê komkujiya kurdane. Ûlûgana, da zanîn ku ev komkujî di vê wateyê de “Jenosîta partîal e” û wiha axivî: “Bermahiyên îttîhat û terakî yên di komkujia Ermeniyan de profesyonel bûyîn, baş dizanîn ku bi vê komkjiyê wê meaşê wan bê girêdan.  Mînak rêbazên hatin bikaranîn û ji cihên komkirinê rizgarbûn ne pêkan bû. Weke hin îfadeyên lêkolîneran, Komkujiya Zilan ji cezakirina îsyana Agiriyê zêdetir, komkujiyek bi plan kirî û di çarçoveya bernameyekê de hat kirin.”   HERÊM BÊ MIROV HIŞTIN   Ûlûgana, da zanîn ku piştî komkujiyê herêm bê mirov hiştin û wiha bilêv kir: “Li vê herêmê mihacirên tirk hatin bicihkirin. 44 gundên şewitandin, heya 20 salan bê mirov hiştin. Zeviyên çandiyê şewitandin, bîrên avê girtin, heywanên gudan xesp kirin, bi hezaran mirov sîrgûn kirin û ewqas jî, bi hinceta ‘endamên Xoybûnê’ di Dageha Cezayê Giran a Edenê darizandin û cezakirin. Li herêma Zîlan bicihkirina mihacirên tirk û ew derkirina çandiyan hilberîna dewletê, yek ji merheleyên projeya Tirkperestiya siyasî bû.”    Ûlûgana, anî ziman ku projeya komkujiya li Zîlan hîna jî dewam dike û wiha  dawî li axaftina xwe anî: “Merheleya îro ya Komkujiya Zilan çêkirina HES’a ne. Bi projeyên HES’an dixwazin Erdîşê bê mirov bikin.”