HDK: Gelê herêmê ji ber komkujiya Srebrenica li ser agir e 2020-07-12 13:35:53 STENBOL - Meclîsa Baweriyan û Gelan a HDK'ê têkildarî komkujiya Srebrenica daxuyanî da û diyar kir ku gelê herêmê ji ber komkujiyê li ser agir e. HDK'ê bang li rayedar û muxataban kir û xwest ji bo aştiyê têbikoşin.    Meclîsa Bawerî û Gelan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), têkildarî salvegera Komkujiya Srebrenica daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclîsa HDK'ê diyar kir ku 25 sal berê komkujî pêk hat û hêj ber vê komkujiye gelê herêmê wekî li ser agir û strî be. HDK'ê da zanîn ku Yugoslavya di nava welatê Ewropa de cih digire û ji gelê Sirp, Hirvat, Boşnak, Sloven, Makedon û Karadagiyan pêk tê û wiha got: "Bi zevî, çandinî, sanayî û hilberina xwe ji welatên din ne kêm e. Dewletên Emperyalist, li gorî hinterlantên bîrdoziya xwe gavan davêjin. Dixwazin Slovenya û Hirvatistanê ji Yugoslavya biqetînin. Di nava hêzên Yugoslav û Hirvat de bê navber şer heye. Ji ber şerê li herêmê gelek mirovên sivîl hatin kuştin. Sirpan bajar dagir kirin. Bi hezaran Boşnak, di nava tirsek mezin de koçî Hollanda kirin. Hêj cudakarî didome. Hêj li li bajarên Sirpan li cihê sivîl lê dijîn, bombe tên barandin. Dewletên Emperyalist, ziman, nasname, çand û baweriyên cuda tîne hemberi hev û dike dijminê hev. Bawerî û gelan dike dijminê hev. Em di 25’emîn salvegera Komkujiya Srebrenica de komkujiyê şermezar dikin û bang li rayedar û gelê xwe dikin ku ji bo aştiyê têkoşînê pêş bixin."