Ji bo parêzerên di rojiya mirinê de bang li Dadgeha Bilind kirin 2020-07-12 12:54:41   STENBOL - Parêzeran ji bo Parêzer Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal ên bi armanca darizandina adîlane dest bi rojima mirinê kirine serbest bên berdan û daxwazên wan bên qebûlkirin bang li Dadgeha Bilind kirin û xwestin demek berî demekê biryarê bide.    Endamên Buroya Hiqûqa Gel (HHB) Prz. Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal li girtîgehê ji bo daxwaza “Darizandina bi Adîl" dest bi çalakiyê kiribûn. Parêzer Tîmtîk 192 roj û Parêzer Unsal jî 161 rojin di çalakiya rojiya mirinê de ne. Parêzerên Ebrû Tîmtîk û Aytac Unsal ku bi muwekilên xwe re hevdîtina girtî kirin, diyar kirin ku tenduristiya muwekilê wan ne baş e. Parêzer Dîdem Unsal ku bi Ebrû û Aytac re hevdîtin kir, diyar kir ku Aytaç Unsal daketiye 59 kîloyan û wiha got: "muvekkîlê min ji ber mahdê wan dixele û gêş dibin, nikarin ava sar û germ vexwin. Dema radizê nikare bi reheti bêhne bide û bistîne. Baweriya wan a bi ser bikevin pir zêde ye. Di aliyê moral û ruh de xwe baş hîs dikin. Muwekile min diyar kir ku ji bo wan çi gav tê avêtin û çi xebat tê kirin ev digêje wan û ji bo wan dibe hêz û bi ve yekê pir kêfxweş dibin. Bi çar çavan li benda roja ku em bi hevre gavendê bigerîn in."    Parezeran anîn ziman ku Ebru Timtîk ji dema diaxive zorê dijî û pir kîro daye. Parêzeran da zanîn ku di dev û qirika Tîmtîk de birîn çêbûne û daketiye bin 40 kiloyan. Parêzeran bang li Dadgeha Bilind kir û xwest ji bo darizandinek bi adîl bi lez biryarê bidin.