Li Êlihê, serlêdanên qursên kurdî dest pê kirin 2020-07-12 12:28:13   ÊLIH - Ji bo hînbûna zimanê kurdî, hem onlîne û hem jî qursên rû bi rû serlêdanên ji bo Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê dest pê kirin. Roja ku îlana qursan hat dayîn, ji 100 zêdetir kesan serlêdan kirin.     Komeleya Çand û Hunerê ya Êlihê (BART), ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) wê qûrsên xwe yên zimanê kurd li ser onlîne bide. Qursên ji du astan pêk tên wê ji aliyê Hîndekarê qûrsan Ferqîn Xaneqîn ve bên dayîn. Ji Êlihê û bajarên cuda, kes dikarin beşdarî qursan bibin. Qursa ku wê li ser platforma Zoomê bê dayîn, dê destpêka Tebaxê de dest pê bike. Ev qurs heya 3 mehan wê dewam bike. Piştî ku qurs bi dawî bû, wê sertîfîka ji bo beşdarên qursê bên dayîn.      LI KOMELEYÊ JÎ WÊ QURS BÊ DAYÎN   Ligel qursa li ser onlîne bê dayîn, li ser pêşniyarên welatiyên li Êlihê dijîn jî, wê li avahiya komeleyê ya li Parka Ataturkê jî, qurs bê dayîn. Di qursa dest pê bike de wê bergiriyên ji bo Kovîd-19’an bên girtin. Di refên taybet ên ji 8 kesan pê bên de, wê ders rû bi rû bên dayîn.    DI ROJEKÊ DE JI 100 KESAN ZÊDETIR   Ji endamên Lijneya Rêveber a Komeleyê Sabrî Ozdemîr, derbarê vê xebata xwe de axivî û wiha got: “Ji bo ku xwendin û nivîsandina zimanê kurdî pêş bikeve, ew her demê qursên ziman didin. Girînge ku em di vê dema şewbê de qursên xwe bidin. Li ser sîteya me ya înternetê kesên dixwazin fêrî kurdî bibin serlêdan dikin. Me duh dest bi serlêdanên qûrsan kirin û heya 31’ê Tîrmehê wê dewam bike. Qursa rû bi rû bê dayîn, heftiyê rojeke û wê 3 saetan dewam bike. Qursa li ser onlîne bê dayîn jî, heftiyê rojekê û 3 saetan wê bê dayîn. Perwerdeya qursan wê 3 mehan dewam bike. Ji duh ve, ji 100 kesî zêdetir serlêdan kirin. Ji derveyî welat jî, me gelek serlêdan girtin. Serlêdan dewam dikin.”   LÎNKÊ SERLÊDANÊ    Kesên dixwazin ferî kurdî bibin, dikarin li ser lînkê vê hesabê serlêdan bikin.