Serdozger îstîsmar aşkere kir û saetek şûnde înkar kir 2020-07-12 11:44:08   RIHA – Serdozgerê Komarê yê Rihayê, der barê îstîsmara ku li Hewaga Rihayê pêk hat daxuyanî da û hurguliyên wê vegot. Dozger piştî saetek şûnde daxuyaniya dabû înkar kir.    Li Lîseyeke li Navçeya Hewagê ya Rihayê, Cîgirê Midûr O.K. îstîsmarî xwendekara xwe B.T. kiribû. Der barê mijare de doz hatibû vekirin. Ajansa me jî ev bûyera îstîsmarê anîbû rojevê û nuçe çêkiribû. Serdozgerê Komarê yê Rihayê der barê hurguliyên îstîsmarê de daxuyanî da. Dozger bi sernavê "Daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo cemawerî rast bê agahdarkirin" daxuyanî da. Di 1'ê Çileya 2020'an de bi fezlekeyekê lêpirsîn dan destpêkirin. Di 16'ê Çilede doz vekir. Dozger di daxuyaniyê de anî ziman ku beriya doz li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Rihayê bê dîtin, daxwaznameya ku dayik û bav ji dozê vegeriyane ji dadgehê re şandine.    MALBATÊ AŞKERE KIR KU BI FIKAR IN   Serdozger daxwaznameya ku dayik û bav di roja danişînê de daye esas girt. Dozger daxwaznameya ku ji midûrê dibistanê re hatiye şandin jî nedît. Di daxwaznameyê de cih dan hûrguliyên îstîsmarê. Serdozgerê Komarê yê Hewagê ku lêpirsînê dimeşîne aşkere kir ku vegotinên mexdûr de sedema negirtina bersuc nayê vegotin. Piştî vê daxuyaniyê saetek şûnde dozger daxuyaniya xwe înkar kir.