Li Edenê kesek hat berdan 2020-07-12 11:27:44   EDENE – Li Edenê û Mêrsînê, 13 kesên di 10’ê Tîrmehê de hatibûn binçavkirin, hîna dibin çavande tên girtin û Ekrem Taşgir ê îfadeya wî hat girtin, serbest hat berdan.   Serdozgeriya Komarê ya Edenê, di çarçoveya lêpirsîna bi rêve bir de bi îdîayên "Endamtiya rêxistinê" û "Cih di nava civata PKK/KCK'ê de girtin" derbarê 17 kesan de biryara binçavkirinê da bû. Polîsan bi fermana serdozgeriya bi ser gelek malan de girtibûn û 14 kes binçav kiribûn. Sever Uzun, Zeynep Taşgir, Ekrem Taşgir, Azmi Îrtan, Mecit Îrtan, Abdulaziz Kandemir, Cengiz Atsiz, Ferda İldan, Pinar Altas, Umut Manap, Fazil Demirkiran û 3 kesên navê wan nehatin hînbûn li Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Edeneyê tên girtin.   Piştî biryara dozger a sînordarkirina hevdîtina parêzeran bi dawî bû, parêzeran bi muwekîlên xwe re hevdîtin kirin. Parêzeran, diyar kirin ku muwekîlên wan dibin çavan de rastî mûameleyên xirab hatine.    Ji 14 kesan Ekrem Taşgir ê îfadeya wî hat girtin, serbest hat berdan.