Lijneya Koordînasyona TMMOB'ê ya Mêrdînê xwest projeya RES'ê betal bikin 2020-07-12 09:11:34 MÊRDÎN – Lijneya Koordînasyona Bajar ya TMMOB'ê ya Mêrdînê ji bo betalkirina projeya RES'ê ku Keleha Rabatê û Şelaleya XAP'ê tehdît dike rapor amade kir û xwest projeyê betal bikin.    Lijneya Koordînasyona Bajar ya TMMOB'ê ya Mêrdînê, ji bo projeya RES'ê ku gefan li Keleha Rabatê û Şelaleya GAP'ê yên dîrokî dixwe bê betalkirin dixebite. Şîrketa Anonîm a Kareba ya Dicleresê, ji bo li Dêrik, Qoser û Şemrexê Projeya Santralên Enerjiya Ba a Dicleresê têxin meriyetê, xwestibû 50 turbînên ba yên Santralên Enerjiya Ba (RES) ava bikin. Ji bo vê yekê serî li Wezareta Derdor û Bajarvanî û Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) dabû. Wezareta Derdorê û ÇED'e rapora 'Erênî' dabû projeyê. Lijneya Koordînasyona Bajar ya TMMOB'ê ya Mêrdînê, ji ber ku ev proje zerarê dide ekolojiyê û derdorê raporek amade kir û xwest Wezareta Derdor û Bajarvaniyê û ÇED vê projeyê betal bikin. TMMOB'ê di raporê de anî zeman ku piştî RES bên avakirin dê Keleha dîrokî ya Rabatê û Şelaleya XAP'ê zerarê bibîne. TMMOB'ê da zanîn ku ji ber dê di înşaeta avakirina REs'ê de dênamitan biteqînin dê keleh zerarek mezin bibîne û hilweşe. TMMOB'ê di berdewama raporê de wiha got: "Dîsa ji ber toza înşaetê dê zindiyên li herêmê zerarek mezin bibînin. Turbîn deng zêre derdexin. Ev deng dê bandorê li ser guh û bihîstina zindiyên li herêmê bike. Dîsa dê ji bo serwîsên projeyê reyên nû bên vekirin. Ji bo avakirina RES'an dê 173 hezar û 412 metrekup (346 hezar 824 ton) ax bê kolandin. Ji bo avakirina RES’an dê ew qas xweza bê kolandin û bi xwe re zerarek mezin bide tenduristiya xweza û zindiyên herêmê. Dîsa dê berhemên çandiniyê jî bi xwe re tune bike. Li herêma ku proje lê tê avakirin 14 cureyên sewalên bi guhan hene. Di nava wan de 3 cureyên pelçimok (şevşevok) jî hene. Dê herî zêde pelçimok têkevin tesîra neyînî. Dîsa dê şijo, kîvroşk, sîmorî mişk, baraz rovî û gelek cureyên mar û molan têkevin tesîra neyînî. Ev turbînên bên avakirin dê bandorê li ser avhewaya herêmê jî bike. Ji ber vê yekê divê ev proje bê betalkirin. Divê rapora ÇED'ê bê rawestandin."    MA / Ahmet Kanbal