Dîrokzan Dînç: Dîroka roja vekirina Ayasofyayê dîrokeke manîdar e 2020-07-12 09:03:56   STENBOL - Dîrozan-nivîskar Namik Kemal Dînç, anî ziman ku Ayasofya di salvegera Peymana Lozanê de ji bo îbadetê hatiye vekirin û got: "Tirkiye îlan dike ku ber bi awayê dewleteke îslamî ve diçe."    Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan daxuyanibû ku wê di 24'ê Tîrmehê de deriyên Ayasofyayê ji bo îbadetê vekin ku ev dîrok salvegera 97'emîn a Peymana Lozanê ye jî. Ev yek bi xwe re bû cihê munaqeşayan.    Dîrozan-nivîskar Namik Kemal Dînç, anî ziman ku roja ku wê Ayasofya ji bo îbadetê tê vekirin rojeke manîdar e.    BERIYA LOZANÊ Û PIŞTÎ WÊ    Dînç, anî ziman ku Peymana Lozanê ku di 24'ê Tîrmeha 1923'yan de hatiye îmzekirin di warê parastina mafên kêmneteweyan de tiştekî girîng e, lê belê dîsa jî mafên kêmneteweyên li Tirkiyeyê nehatine parastin. Dînç, got: "Piştî Lozanê xeyrî muslîm hatin dîkekirin, nifûsa wan hat kêmkirin û li şûna wan îkamekirina nifûsa misilman-tirk pêk hat. Piştî Lozanê, heger mirov bala xwe bidê hem di warê îbadetxaneyan de hem jî di warê mal û milk de kêmkirineke xeyrî muslîm tê dîtin. Ev polîtîka di demên cuda de, bi pêkanînên cuda cuda pêk hatin. Mesela; di salên 1960'î de koçberiya rûman, koçkirina ermenan. Yanî çawa beriya komarê polîtîkaya kêmkirina xeyrî muslîman û zêdekirina nifûsê misilman-tirkan pêk hat, çendî ku mafê kêmneteweyan bi Peymana Lozanê hat temînatkirin jî lê belê ev polîtîlayên navbirî dewam kirin. Piştî Lozanê tê dîtin ku cemaet nikarin bi rihetî li îbadetxaneyên xwe îbadeta xwe bikin. Di vê çarçoveyê de gelek îbadetxane hatin qefilandin."    BI DESTÊ DARAZÊ HAT REWAKIRIN   Dînç, biryara Daîreya 10'an a Şûraya Dewletê ku der barê Ayasofyayê de dabû û gotibû astengiyên li ber îbadetxaneyê hatine rakirin, nirxandin û got, biryara hatiye girtin biryareke siyasî ye. Dînç, destnîşan kir ku daraz bûye amûreke îqtidara siyasî.    ‘AYASOFYA SEMBOLÎK E'    Dînç, anî ziman ku li Tirkiyeyê demeke dirêj e ku tevegerên îslamî an jî hin partî li ser hin sembolan disekinin û got: "Bi taybetî jî bilêvkirinên sembolî yên wekî 'em ê li Taksîmê mizgeftê çêbikin, em ê deriyê Ayasofyayê ji bo îbadetê vekin' hene. Ev tişt ji bera berê de tên gotin. Lê îqtidara AKP'ê evana yeko yeko pêk tîne. Ev pir manîdar e; Navenda Çandê ya Ataturk hat rûxandin, li ber wê Mizgefta Taksîmê çêkirin. Ev peyameke sembolîk e. Ev pratîka bilêvkirina îslamî ya ku bi salan tê gotin. Loma di vî warî de Ayasofya jî tiştekî sembolîk e."    ROJA WÊ JÎ MANÎDAR E    Dînç, anî ziman ku deriyên Ayasofyayê wê di salvegra Peymana Lozanê de ji bo îbadetê bên vekirin û got, ev roj dîrokeke manîdar e. DÎnç, bilêv kir ku Tirkiye bi vê re dixwaze peyama "Êdî Tirkiye ne Tirkiyeya berê ye, Tirkiyeyeke nû heye" bide rojavayê. Dînç, diyar kir ku her ku 2023 nêz bibe wê îqtidara heyî biryarên bi vî rengî bigire û got: "Tirkiye ji rojavara re dibêje 'Xwendina me ya dîrokê xwendineke nû ye û ji feraseta kemalîst cudatir e.' Di feraseta dîrokê ya kemalîst de îdealeke wekî şaristaniya muasir heye. A rast diêje ez ji van îdialan dûr ketime, tu derdekî min ê bişibim rojavayê tuneye. Her wiha bi vî awayî dixwazin peyameke wiha jî bidin rojavayê ku avakirina Trikiyeyeke bi feraseta fetihkar a berê."    MA / Nacî Kaya