Axtamara hê jî bivênevêya serdêran e 2020-07-12 09:03:02   WAN - Girava Axtamarayê û dêra li ser hê jî bi xweşikî û spehîtiya xwe tehsîrê li serdêrên xwe dike.    Girava Axtamarayê ku li orta Gola Wanê ye, heya niha tevî dêra xwe bûye mijara gelek kilaman û li ser zimanê gelek dengbêjan olan daye. Kesên diçin Wanê, ji cihên teqez diçinê yek jê jî Girava Axtamarayê û hê jî tehsîrlê li serdêrên xwe dike. Dêra li giravê di navbera sala 915-921'ê de ji aliyê Qiralê Vaspûrakan ê Yekemîn Gagîk ve bi destê Keşîş Manûell ve hatiye çêkirin. Dêr, bi awayê pelekî çar nefelî hatiye çêkirin. Hundirê wê qube ye û dervayê wê jî kumikî ye. Du deriyên dêrê hene; yek li rojava dinere, yê din li başûr. Di sala 1131'ê de bûye keşîşxane.    Wexta mirov dikeve hundirê dêrê, li kêleka rastê serdavek heye. Ev devera ku berê wekî serdavê hatiye bikaranîn, niha veguheriye cihê ku serdêr ji bo mirad û mirazên xwe pereyan davêjinê.    Her wiha li ser dîwarên hundir ên dêrê hin resmên ku bi teswîrên cuda hatine neqşkirin û mijara xwe ji Pirtûka Pîroz girtine jî hene. Lê belê piraniya van resman hema bêje baş xuya nakin, jê çûne. Lê dîsa jî hema bêje hê jî ji bedewîtî û spehîtiya xwe tiştek winda nekiriye û hê jî tehsîrekê li serdêrên xwe dike û bênavber kes serdana wê dikin.    ÇÎROKÊN DER BARÊ AXTAMARAYÊ DE   Di nav gel de der barê Girava Axtamarayê de du çîrokên belavbûyî hene. Yek ji wan çîroka "Metran Îsa" ye û ya din jî çîroka evîna Tamarayê, keça serkeşîşê Girava Axtamarayê û şivanekî ye.    Li gor çîrokê Metran Îsa, metranê Dêra Axtamarayê ye. Keça Ermen MEryem û ciwanê kurd î misilman Eliyê Qolaxasî dibin bengiyê hev. Lê belê zalimê Waliyê Wanê jî çav berdaye Meryemê û xeber ji malbata Meryemê re şandiye û gotiye: "Meryem a min e. Heger hûn wê bidin kesekî din, wê bibe a axê." Wexta Meryem pê dihese ku Waliyê Wanê wê dixwaaze, xwe dixe pişt derî û 3 roj û 3 şevan zewade bi devê xwe nake. 3 roj şûnde diçe cem Eliyê Qolaxasî yê li qeraxa Gola Wanê masiyan zevt dike. Li ser vê Meryem û Eliyê Qolaxasî berê xwe didin Dêra Axtamarayê, diçin cem Metran Îsa ku wan xelas bike. Wexta walî pê dihese çûne Axtamarayê, ometek zêr teklîfî Metran Îsa dike. Lê belê Metran Îsa li ber vê teklîfa wî radibe û dibêje wê Meryem û Elî bizewicîne. Li ser vê walî bi şer û lec berê xwe dide Dêra Axtamarayê. 3 roj û 3 şevan şer dikin. Di şer de walî têkdişikê. Piştî walî vedikişe, Metran Îsa jî her du ciwana dizewicîne.    ÇÎROKA ŞIVAN Û TAMARAYÊ    Li gor çîroka din jî bi navê Tamara keçeke pir xweşik a serkeşîşê giravê hebûye. Ciwaanekî ku li gundên derdora giravê şivantiyê dike, dilê wî dikeve Tamarayê. Ciwan, ji bo Tamarayê bibîne her şev bi avjenî diçe giravê û Tamara jî ji bo cihê xwe kişf neke di dest wê de fanosek li benda wî disekine. Piştî wextekê bavê Tamarayê pê dihese. Ji bo wan ji hev veqetîne, şevekê, şeveke bifirtone radihêle fanosê û dadikeve qeraxa giravê. Tim û tim berê fanosê dide cihekî ku ciwan biweste. Ciwan jî hingî avjenî dike diweste û difetise. Berî ku bifetise dibêje "Ax Tamara". Wexta Tamara feryada şivên dibihîse xwe di zinêrekî re davêje.    MA / Erdogan Alayûmat -Sadiye Eser