Bi çalakiya rûniştinê Kadîr Bagdû bibîr anîn 2020-07-11 19:21:52   EDENE - Li Edeneyê bi pêşengiya ESP'ê bi dirûşmeya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo Kadrî Bagdû edalet" çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û Kadrî Bagdû hat bibîranîn.    Rêxistina Bajêr a Edeneyê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), bi boneya 5'emîn slavegera Komkujiya Pirsûsê bi dirûşmeya "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo Kadrî Bagdû edalet" li Kolana Ovayê ya Taxa Ova ya navçeya Seyhanê li hev kom bû. Rêveberên HDP'a bajêr û navçeyan, ESP, malbata Bagdû û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê a Malbatên Xizmên WIndayan a Akdenîzê (AYKAY-DER) tev li çalakiyê bûn. Girseyê xwest ber bi cihê ku Bagdû lê hatibû kuştin ve bimeşe û kulîlkan deyne, lê belê polîsan nehişt.    Piştî polîsan nehişt girse ber bi cihê ku Bagdû lê hatibû kuştin ve bimeşe, girse li cihê ku lê bû kulîlk danîn û çalakiya rûniştinê li dar xist. Girseyê bi çalakiya rûniştinê Bagdû bibîr anî.    Girseyê piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan belav bû.