Parastina bi zimanê dayikê wek ‘mafê bêdengiyê’ hat tomarkirin 2017-12-31 09:10:13 DÎLOK – Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 15’emîn a Dîlokê parêziya Zekeriya Tekînê ku xwest bi zimanê dayikê parêziya xwe bike wek “mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî” derbasî girtenameyê kir.  Li Dîlokê welatiyê bi navê Zekeriya Tekîn, bi îdiaya li ser medyaya civakî “Heqaret li Serokomar kiriye” li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 15’emîn a Dîlokê derket pêşberî dadwer. Di danişîna ku di 21’ê Kanûnê pêk hat de, Tekîn xwest parêziya xwe bi zimanê dayikê bike. Lê belê heyeta dadgehê destûra parêziya bi kurdî neda, li ser vê Tekîn dîsa jî parêziya xwe bi kurdî kir. Lê belê heyeta dadgehê parêziya bersûc derbasî girtenameyan nekir û ev tişt gotin: “Ji bersûc hatiye xwestin ku parêziya xwe bi tirkî bike, lê belê wî bi zimanekî ne bi tirkî parêzî kiriye. Ji bersûc hatiye gotin ku wê bi vî awayî parêziya wî wek mafê bêdengiyê bê nirxandin, lê belê bersûc dîsa jî bi zimanekê ne bi tirkî axaftina xwe domandiye û ji ber vê ev wek bikaranîna mafê bêdengiyê hatiye nirxandin.”    WERGÊR TUNE NE    Parêzerê Tekîn Adnan Erol jî diyar kir ku di madeya 202’yemîna CMK’ê parêziya bi zimanê dayikê bi awayekî aşkere hatiye diyarkirin û ev tişt gotin: “Li Dîlokê bersûc û gumanbarên sûriyeyî ku bi awayekî baş bi tirkî dizanin, dîsa jî bi erebî parêziya xwe dikin û ji bo wan li emniyet û dadgehan wergêr tê peydakirin. Lê belê ji bo muwekîlekî ku dixwaze bi kurdî parêziyê bike wergêrek nayê peydakirin.” Parêzer Erol bi bîr xist ku mafê parêziya bi zimanê dayikê di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê de cih digire.    Tekîn û parêzerê wî Erol ji heyeta dadgehê xwestin ku di danişîna din de tercumanek bê peydakirin, lê belê heyeta dadgehê biryara “ji ber bersûc di dema lêpirsînê de bi tirkî parêzî kiriye û hatiye fêmkirin ku bi tirkî dizane” redkirina daxwaza wan da.    Erol helwesta heyeta dadgehê nirxand û got ku sepandinên antî-demokratîk û nêvenga derhuqûqî ya bi KHK’yan hatiye peydakirin sîrayetî dadgehan jî kiriye. Erol got ku li hemberî daxwaza muwekîlê wî ya parêziya bi zimanê dayikê dadgehê xwe li nedîtiyê daniye û tewra dewleta salên 80-90’î ya “bi zimanekî nayê zanîn axivî” berdewam dike. Erol got ku ev yek erka texdîrê ya dadwer derbas dike û dadwerê dewletê bi vî awayî li hemberî qanûna dewletê muxalefetiyê dike.