Der barê Sevîl Rojbîn Çetin de cardin biryara girtinê dan 2020-07-11 15:35:26   WAN - 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê der barê aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn a ku polîsan bi kuçikan îşkence lê kirin û binçavkirin û piştre dadgehê biryara girtina wê dabû, biryara girtina wê da.    5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê der barê Sevîl Rojbîn Çetîn a ku berê hatibû girtin û niha girtî ye de dîsa biryara girtinê da. Rojbîn Çetîn li Wanê di 1'ê mijdara 2019'an de di operasyona li dijî jinan di nava 15 jinên siyasetmedar de hatibû binçavkirin. Dadgehê Çetîn bi şertê kontrola edlî serbest berdabû. Piştre der barê Çetîn de doz hatibû vekirin. Danişîna doza Çetîn li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Çetîn ji Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Di danişînê de dadgehê dîsa der barê Çetin de biryara girtinê da.     ROJBÎN ÇETÎN DI 7'Ê HEZÎRANÊ DE GIRTIBÛN    Aktîvîsta TJA’yê û endama Lijneya Rêveberiya Herêmî ya HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ê hezîranê de di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatibû birêvebirin. Polîsan bi kuçikan bi ser malê de girtibûn û li malê bi kuçikan îşkence lê kiribû. Çetîn piştî 12 rojan di 7'ê Pûşberê de sewqî dozgeriyê kirin. Dozger jî piştî îfadeya Sevil Rojbin Çetîn girt bi îdeaya "Endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgerê Cezayê Sulhê ya Nobedar kir. Heyeta dadgehê jî li ser daxwaza dozger der barê Çetîn de biryara girtinê dabû û şandibûn girtîgehê.