Karkerên agiriyî piştî 11 rojan hatin definkirin 2020-07-11 15:15:30   AGIRÎ – Cenazeyên karkerên bi navên Mûrat Yaşar û Alî Ceylan ên agiriyî ku li Cezayîrê di îskeleyê de ketibûn û jiyana xwe ji dest dabûn, piştî 11 rojan li navçeya Giyadîn hatin hatin veşartin.    Karkerên bi navên Mûrat Yaşar ê bavê 4 zarokan û Alî Ceylan ê bavê zarokekî yên agiriyî ku beriya 3 mehan ji bo xebatê çûbûn Cezayîrê, di 4’ê tîrmehê de ji ber ku xelata wê qetiyabû di qata 9’an de ji îskeleyê de ketibûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyê her du karkeran piştî ku 11 rojan li Cezayîrê hat rawestandin, duh di saetên êvarê de bi balfireke qargoyê şandin Stenbolê. Malbatên her du karkeran cenazeyê wan ji vir girtin û bi rêya bejahî birin navçeya Giyadînê ya Agiriyê. Cenazeyê Mûrat Yaşar li gundê Qereceyê û cenazeyê Alî Ceylan jî li gundê Qorkê hat veşartin.