Derbarê kuştina zarokê 5 salî kesek hat girtin 2020-07-11 15:04:46   AMED – Kesekî ku li navçeya Sûrê, ji ber guleraşandina bê ser û ber bûbû sedema mirina zarokê bi navê Eflîn Gunbey û hatibû binçavkirin, piştî edliyeyê hat kirin, hat girtin.    Duh li taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûrê ya Amedê, kesekî hatibû ber derê qaweya ku pirsgirêka wî bi xwediyê wê re hebû û bi çeke 3 kesan birîndar kiribû û reviyabû. Heman kes piştî ku reviya bû li kuçeya Palûyê jî bê ser û ber gule reşandibû û di encama gulereşandina wî de li qata 3’emîn a Apartmana Tûna zarokî bi navê Eflîn Gunbey (5) jiyana xwe ji dest dabû.    Piştî lêkolîna li cihê bûyerê polisan kesê gumanbar ê bi navê A.D. binçav kiribûn. Piştî îfadeyên wî yên li Miduriyeta Polisan a Amedê A.D. sewqî Edliyeya Amedê hat kirin û hat girtin.