HDP: Ayasofya, aîdê dîrokê ye nikare weke qadeke lîstika polîtîk bê bikaranîn 2020-07-11 14:47:23   ENQERE – HDP’ê biryara Daniştayê ya derbarê Ayasofyayê de bi van gotinan şîrove kir: “Biryara Ayasofyayê, ji lîstika polîtîk a desthilatê û qubedetiya mîrasa çandî wêdetir tu wateyeke wê tuneye.”   HDP’ê derbarê biryara Daniştayê ku Ayasofyayê wergerand mizgeftê de daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî, bi îmzeya Berdevkê Komîsyona Huner, Çand û Werzîş û Polîtîkayên Perwerdeyê Sevtap Akdag hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku AKP-MHP’a ku hem li derve hem jî li hundir di polîtîkayê de tengijîne û nikarin serî bi qrîzên civakî û aborî re derxin, careke din weke rêyeke derketina ji vê tengesiyê, serî li vê lîstîka polîtîka a ser hebûnên çandî û dîrokî daye.    ARMANCA GIRTINA SER RASTIYAN E   HDP’ê bi bîr xist ku desthlatê di demên hilbijartinanan de bi ajitasyona “Bila Ayasofya bibe mizgeft” xwestiya bandor li kesên mihafazekar bike û bi vê polîtîkayê hewl dide ku ser rastiya bêkarî û xîzaniyê bigire.   Di berdama daxuyaniyê de jî HDP’ê derbarê biryarê de bi kurtasî ev nirxandin kir:   Bi derxistina biryara Daniştayê hiqûqa navneteweyî û çanda mirovahiyê ceribandiye. Daniştay, li gorî ferman û hêviyên desthilatê biryar daye û bûye aliyê vê lîstika polîtîk. Ev biryar bi awayekî vekirî birayreke siyasî ye.    MÎRATEYA MÎROVAHIYÊ   Mîrateya 15 sedsalî ya Ayasofya hem ji bo xiristiyan hem jî ji bo misilmanan bûye perestgeheke pîroz. Ev rewş, nikare bi biryarnameyeke dewletê bê guhertin û bikevin kontrola olekê. Biryara Ayasofyayê, ji lîstika polîtîk a desthilatê û qubedetiya mîrasa çandî wêdetir tu wateyeke wê tuneye.   Ji hêla HDP’ê ve Ayasofya, parçeyek mîrateya çandî ya mirovahiyê ye. Biryara hatiye girtin di hêla dîrok û çandî de şaş e û bi hestên olî û netewperestî hatiye girtin. Bi vî awayî Daniştay, mîrateyeke mîrovahiyê terkî insafa desthilata AKP’ê kiriye û bûye parçeyeke mekanizmaya propagandaya AKP’ê.   DIVÊ JI HÊLA UNESCOYÊ VE BÊ VENÊRÎNKIRIN   Tişta ku divê bêkirin, pêre ev bîryar bê betalkirin û ji bo Ayasofyayê saziyeke derveyî dewletê bê avakirin. Divê venêrînkirina vê ji aliyê ÛNESCO’yê ve bê kirin. Ayasofya, aîdê dîrokê ye nikare weke qadeke lîstika polîtîk bê bikaranîn