Jinên SKM’î: Jinên girtî serbest berdin 2020-07-11 14:22:05   AMED - Endamên Meclîsa Jinan a Sosyalist (SKM) jî bi boneya jinên hatin girtin serbest berdin û operasyonên li dijî jinan bi dawi bikin daxuyanî dan. Jinan xwest hemû jinên girtî bên berdan.    Endamên Meclîsa Jinan a SKM'ê, di çarçoveya xebata "Ji bo Pirsûsê Edalet, ji bo her kesî edalet" daxuyanî dan û xwestin jinên hatin girtin serbest berdin. Jinan bal kişand ser serdegirtina Komeleya Jinan a Rosa û Tevgera Jinên Azad (TJA). Jinan li duriyana Ofisê ya  Amedê daxuyanî dan. Endamên SKM'ê di çalakiyê de dowîzên “TJA û Komeleya Jinan a Rosa ne bi tenê ye" “Ji bo Pirsûsê edalet, ji her kesî re edalet " rakirin û xwest hemû jinên girtî serbest berdin. Li ser navê jinan Endama Meclîsa SKM'ê Sadiye Ok, diyar kir ku 5 salin li qadan dirûşma "Ji bo Pirsûsê Edalet, ji bo her kesî Edalet berz dikin û wiha got: "Me dest ji vê gotinê berneda û em ê dest ji vê gotina edaletê benedin. Yên kuçûn Pirsûsê piranî jin bûn. Em carek din soza girêdana têkoşîna wan tînin ziman." Ok, herî dawî xwest êrîşên li dijî endam, rêveber u aktîvîstên TJA, HDP û Komeleya Jinan a Rosa bi dawî bikin û jinên hatin girtin serbest berdin.    Aktîvîsta TJA'yê Bahar Karakaş jî anî ziman ku pergal ji bo hebûna xwe berdewam bike êrîşî jinan dike û vê yekê li ser ol û nijadperestiyê pêş dixe. Karakaş diyar kir ku wekî Platforma Jinan a Dicle Amedê dibêjin "Em dizanin ku hûn dê Peymana Îstanbulê betal bikin, lê em jî tê dêkoşîna xwe mezin bikin."   Jinan bi dirûşmeya “Em bêdeng nabin, em natirsin û em ê îteat nekin." çalakî bi dawi kirin.