Dayikên Şemiyê: Dawî li bêcezahiştin û înkara 40 salan bînin 2020-07-11 14:06:49   STENBOL – Dayikên Şemiyê, vê hefteyê aqûbeta Recep Îkîncîsoy ku di 16’ê Tîrmeha 1980’yî de piştî ku li mala xwe ya Amedê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin, pirsîn. Dayikan, banga dawîkirina bêcezahiştin û înkara 40 salan kirin.    Dayikên Şemiyê, çalakiya xwe ya ji bo hînkirina aqûbeta xizmên xwe yên ku di bin çavan de hatine windakirin û dîtina faîlên wan, di hefteya 798’emîn de li dar xistin. Çalakiya vê hefteyê jî ji ber vîrûsa koronayê li ser medya civakî bi awayekî zindî hat lidarxistin û aqûbeta Recep Îkîncîsoy ku di 16’ê Tîrmeha 1980’yî de piştî ku li mala xwe ya Amedê hatibû binçavkirin û careke din agahî jê nehatibû girtin, hat pirsîn.   ‘ÇAVÊ ME LÊ RÊYA NE’   Xûça Îkîncîsoy Ayşan Îkîncîsoy, derbarê birayê xwe de axivî û diyar kir ku birayê wê kesekî bêdeng bûye û wiha got: “Bi dergustî bû. Beriya darbeya 1980’yî winda bû. Me serî li gelek cihan da lê agahî jê negirt. Hê jî çavê me li rêya ne. Bavê min jî gelek li Recep geriya, lê niha nexweşê nav nivîna ye. Bû derd ji me re. Em çi dikin agahî ji nagirin. Heke me agahiyek jê bigirta wê gelek xweş bûna. Em hê jî digerin û çavê me li rêya ne.”   ‘HÛN NIKARIN VÊ ÊŞÊ BIDIN KIŞANDIN’    Piştî Îkîncîsoy Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, axivî. Turkdogan, diyar kir ku lêgerîna xwe ya edaletê ya bi Dayikên Şemîyê re didomînin û ev tişt anî ziman: “Recep tenê yek ji wan mirovan e ku dema darbeya 1980’yî de winda bûne ye. Hê jî aqûbeta wî nehatiye hînkirin. Ez bang li siyasetmedaran dikim; hûn nikarin vê êşê bi malbatekê bidine kişandin. Divê hûn arşîvan vebikin ûy teqez aşkera bikin ku Recep li kur veşartiye. Bi vê munasebetê dixwazim ev tişt bibêjim. Doza ku li dijî darbekarên darbeya 1980’yî hatibû vekirin hê jî didome. Doza me cara sêyemîn li Dadgeha Bilind e. Em daxwaz dikin ku heqê mexdûran bê dayîn. Careke din diyar dikin ku em li cem malbatan e.”   ‘PÊWISTIYA ME HESAPPIRSÎNÊ HEYE’   Piştre Jî ji dayikên şemiyê Mukaddes Şamîloglû, axivî û daxuyaniya hefteyê da. Şamîloglû, diyar kir ku li civakên ku travmayên mezin li wan pêk hatine, derbaskirina travmayan bi avakirina rewşeke ewle pêkane û wiha got: “Ji bo ku ev rewş bê avakirin divê bi tiştên ku hatine jiyîn re rûberîkirinê çêbibe û hesabpirsîn pêk bê. Ji ber Tirkiye vê rûberîkirin û hesabpirsînê nake, mîna berê îro jî travma tên jiyîn. Tirkiye di hêla hiqûqî nabe welatekî ku herkes xwe têde ewle bibîne.”    SERLÊDAN BÊ ENCAM IN   Şamîloglû, piştre jî çîroka Îkîncîsoy vegot û da zanîn ku li gel hemû serlêdana malbata Îkîncîsoy jî rastiya windakirina Îkîncîsoy derneketiye holê û lêpirsîneke bi bandor derbarê mijarê de nehatiye kirin. Şamîloglû, destnîşan kir ku dayika Îkîncîsoy Bedîa Îkîncîsoy heta mirinê jî li benda kurê xwe bûye û ev bang kir: “Bavê Îkîncîsoy Salîh Îkîncîsoy ê 1045 salî jî dîbeje ku ne mirin û ne jî saxbûna kurê wî li holê heye û heta ku goristaneke kurê wî çênebe dê bawer neke ku kurê wî miriye. Hê jî li benda kurê xwe ye. Di hefteya 798’emîn de em careke din bang li meqamên siyasî û edlî dikin ku dawî li bêcezahiştin û înkara 40 salî ya di dosyaya Îkîncîsoy de bînin. Peywira xwe ya lêpirsîna bi bandora bi cih bînin.”