Peymana Îstanbulê pêk bînin û sûcê îstîsmarê efû nekin 2020-07-11 14:04:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Jinan a Li Dijî Efûya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, li 30 bajarên cuda daketin qadan û helwesta îqtîdara AKP'ê ya li dijî Peymana Îstanbul şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên jinan xwestin bi awayekî bê kêmasî Peymana Îstanbulê têxin meriyetê û dawî li sûcê îstîsmarê bînin. Jinan xwest kesên sucê îstîsmarê kirine neyên efûkirin.    Platforma Jinan a Li Dijî Efûya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, li 30 bajarên cuda daketin kolan û qadan û çalakî li dar xistin. Rêxistinên jinan di çalakiyan de xwestin dest nedin Peymana Îstanbul û rêgezên peymanê bê kêmasî têxin meriyetê. Di vê çarçoveyê de Platforma Jinan a Rihayê li Şaxa Egîtîm Senê ya Rihayê civîna çapemeniyê li dar xistin. Berdevka Platforma Jinan a Rihayê Prz. Mihriban Çelîk daxuyanî da. Çelîk li pişt pankarta "Em li dijî îstîsmara zarokan û zayendî bêdeng neman û em ê bêdeng nemînin." daxuyanî da. Di çalakiyê de dowîzên “Nepareze, ser negire û bersûc darizîne", “Dest nede bedena zarokan", “Zarok bêdeng nebûn tu jî bêdeng nebe" û “Li dijî îstîsmara zarokan bêdeng nemîne" bilind kirin. Çelîk, anî ziman ku ew li dijî vê guhertinê bi fikar in û wiha got: "Zagona înzfazê di Nîsanê de li meclîsê hat niqaşkirin. Em fêr bûn ku dixwazin zarokên 13 salî dikarin bi kesên ji îstîsmarê tên darizandin re bizewicînin. Dixwazin sucdaran bê ceza bihêlin. Aşkere kirin ku dê vê efûyê di 15'ê Tîrmehê de bînin rojeva meclîsê. Ji ber vê yekê em jin destûr nadin vê yekê.    Dîsa Numan Kurtulmuş di 2'ê Tîrmehê de diyar kir ku ji bo Peymana Îstanbul betal bikin xebatên wan hene. Rakirina Peymana Îstanbul gefa li dijî hemû jinan e. Em dixwazin peymana Îstanbul bi calak têxin meriyetê û kesên sûcdar teqez ceza bikin.    ÊLIH    Li Êlihê jî rêxistinên Jinan bi heman armancê daxuyani dan çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên Jinan li Şaxa Egitim Senê kom bûn û civîna çapemeniyê li dar xistin. Nûnerên Meclîsa Jinan a HDP'ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek jin amade bûn. Platforma Jinan a Li Dijî Efûkirina Îstîsmara Zayendî ya Zarokan, di civînê de pankarta "Peymana Stenbolê têxin meriyetê, Dest ji Efûkirina Îstîsmara Zarokan berdin" vekirin û daxuyanî dan. Aktivîsta TJA'ye Gulistan Sonuk, anî ziman ku ew dê heta dawî Peymana Îstanbulê biparêzin û bang li hikûmetê kir ku dest ji betalkirina Peymana Îstanbul û xala 6284'an berdin.