Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet hat vekirin 2020-07-10 17:23:22     ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê, di bin banê  Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopiyayê de Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet  hat vekirin.    Li navçeya Sîlopiya ya Şirnexê, di bin banê Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Silopiyayê ya HDP'î de, Navenda Şêwirmendiya Jinan a Dayîka Taybet  hat vekirin. Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, dayîka Pakîze Nayirê Behiye Nayir, aktivîstên TJA'yê, Dayîkên Aşitiyê û gelek jin tevlî merasîma vekirinê bûn.    Di vekirinê de Hevşaredara Sîlopiyayê Adalet Fîdan axivî. Fîdan, anî ziman ku daxwaziya jinan a sereke vekirina navendê bû û got: "Şewirmendiya me ji berê de hebû. Lê belê piştî ku qeyûm tayînî şaredariyê kirin, ewilî şêwirmendiya jinê hat desteserkirin. Bi vekirina şêwirmendiya jinê me daxwaza jinan pêk anî."    Fîdan, axaftina xwe wiha dom kir:" Jinên ku rastî tundiya aborî û fîzîkî tên, em ê alîkariya wan bikin û bibin dengê wan. Di demên dawî de tundiya li dijî jinan zêde bûye. Bi vekirina şewrimendiya jinê em dixwazin pêşî li tundiyê bigirin. Em ê di her aliyî de xwe bigihînin jinan û ji bo wan bibîn çareserî. Daxwaziya me jinan ew e ku, bila xwe bigihînin me."   Piştî daxuyaniyê bername bi vekirina navenda jinê re bi dawî bû.