Ciwanan ji bo 33 qurbaniyan ‘meşa edaletê’ li dar xist 2020-07-10 17:00:36 STENBOL – Ciwanan ji bo bîranîna 33 kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan starta çalakî û şahiyên bîranînê bi “meşa edaletê” dan.    Federasyona Komeleyên Ciwanan a Şoreşger (SGDF) ji bo salvegera 5’emîn a 33 qûrbaniyên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, “meşa edaletê” li dar xistin û bi vê meşê starta şahî û çalakiyên bîranîna qûrbaniyan dan. Ciwanên SGDF’ê bi dirûşma “Ji bo Pirsûsê edalet û ji bo her kesî edalet” bîranîna îsal li dar dixin. Rêxistinên ciwanan, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Parlamentera HDP’ê Huda Kaya, Hevserokên ESP’ê yên Stenbolê Ezgî Bahçecî û Huseyîn Îldan û gelek kes beşdarî meşê bûn. Meşê li Kolana Halaskargazî ya li Şîşliya Stenbolê ku şûna rojnameger Hrant Dînk lê hatibû qetilkirin dest pê kir. Tevî astengiya polîsan jî ciwan heta ber Rojnameya Agosê meşiyan û dirûşm berz kirin.    Hevserokê SGDF’ê Denîz Bahçecî piştî meşê axivî û diyar kir ku ew ê xwesteka edaletê veguhezînin kolanan û dê têkoşîna xwe bidomînin.    Parlamenter Huda Kaya jî got deng û rengê ciwanan hêviya wan siberojê ye.    Endamê Dev-Guçê Can Çildir jî da zanîn ku hevrêyên 33 qûrbaniyan sînoran nas nakin û ew ê li dijî faşîzmê li ber xwe bidin.