ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2017'AN 2017-12-31 09:00:33 *Hunermendên kurd diyar kirin ku, tevî hemû zext û zoriyan, sansur, desteserkirin, girtin û qedexeyan jî sala 2017’an saleke mişt bi berxwedan û têkoşînê derbas bûye. Her wiha hunermend destnîşan dikin ku dema ku huner bibe cihê hêviyê huner e û ew ê di sala 2018’an de jî hewl bidin ku hunera xwe tevî gel îcra bikin û li ber xwe bidin.  *Dîrokzan Erdogan Aydin bertek nîşanî madeya 121’emîn a KHK’ya Jimare 696’an da û parast ku ev biryaname ji Qanûna Jimare 1850’yî ku di 20’ê Tîrmeha 1931’ê de ji bo parastina kiryarên Komkujiya Geliyê Zîlanê hat derxistin talûketir e.    * Şahid û mexdûrê darbeya 12'êÎlonê Tuna Atalay ê li Girtîgeha Metrisê li dijî cilên yek tîp 2 sal û nîvan di hucreyê de li berxwe da, diyar kir ku ew wêneyê wan ê rûmetê ye û tu carî ji nasnameya xwe ya siyasî tawîz nedan û tawîzan nadin.    *Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya 15’emîn a Dîlokê parêziya Zekeriya Tekînê ku xwest bi zimanê dayikê parêziya xwe bike wek “mafê xwe yê bêdengiyê bi kar anî” derbasî girtenameyê kir.    *Mala Dengbêjan a Botanê ku girêdayî Şaredariya Cizîrê yek ku qeyûm tayînî wê hatiye kirin, radestî kesên personelên bi kurdî nizanin hat kirin. Her wiha wêneyên Karapetê Xaço û Aram Tîgranê ku bi eslê xwe ermen in bi fermana qeyûman hatin rakirin.    *Li Îranê protestoyên ku bi hinceta aboriyê derketin holê û her diçe li tevahiya welat berbelav dibin, hîn bêtir tund dibin û naveroka wan vediguhere naverokek siyasî. Rojnamevanê îranî Omer Hojebrî çalakiyan wek nîşaneya guherîneke cidî wesifand û wiha got: “Ev xwepêşandanên herî girîng ên 15-20 salên dawî ne.”    *Mûstafa Geylan ê ku 19 sal in di girtîgehê de ye ani ziman ku di jiyana wî ya li girtîgehê de ew her tim bi zext, zorî û işkenceyên dewletê re rû bi rû maye, lê niha ev yek derketiye asta herî jor.    *Karkerên DHL Express û Kod-A Bîlîşîmê bi grevê dikevin sala nû. Karkeran bertek nîşanî “Qanûna navbeynkariyê” ya dê di 1’ê Çileya 2018'an de bikeve dewrê dan û xwestin hemû hêzên kedê di sala nû de bi hev re têkoşînê xûrtir bikin.    *Parêzer Ekîn Yeter da zanîn ku yek ji bajarên ku herî zêde li dijî jin û zarokan şidet û êrîşên zayendî pêk tê Wan e û sedemên wê wiha vegot: "Pirsgirêk di wê pergala ku ji rengê jinê dûr hatiye amadekirin de ye. Şidet her ku diçe bi pêş dikeve û ji bo vê di pergala înfaza cezayî de ji bo sûcên êrîşên zayendî rejîmeke înfazê tune ye.    *Li Tirkiyeyê yekane gundê ermeniyan gundê Vakifliyê ye û li vî gundî malbat karê çandiniya organik dikin. Li gundê Vakifliyê yê jin pêşengtiya çandiniya organîk dikin ermenî kêfxweş û şa ne.    * Rêxistina DBP'ê ya Colemêrgê dê bi tevlêbûna parlamenterê HDP'ê yê Colemêrgê Nihat Akdogan 4'emîn kongreya xwe pêk bîne. (11:00)   * Çalakiyên Kolana Yukselê ya "Em karê xwe paşve dixwazin dê di 418'an de berdewa bike. (13.30/18.00)   * Rêxistina DBP'ê ya Şirnexê dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştîyê DBP'ê Mehmet Arslan 4'emîn Kongreya xwe ya asayî pêk bînin. (11.00) BI DÎMEN E