Di Doza Nisêbînê de cezakirina 47'emîn 2020-07-10 16:26:32   MÊRDÎN - Danişîna Doza Nisêbînê dewam dike. Ji bo Abdulkadir Baybars ê ji dozê tê darizandin cezayê heta hetayê û 26 sal cezayê girtîgehê hat dayîn.   Danişîna Doza Nisêbînê ku 17 jê zarok bi giştî 70’ê kes jê tên darizandin didome. Danişîna dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat lidarxistin. Di danişîna îro de Abdulkadir Baybars hat darizandin. Baybars bi rêya rêya dîmen û deng (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzerê Baybars sedem nîşan da û tevlî rûniştinê nebû. Li ser redkirina sedemê ya dadgehê ji CKM’ê parêzerek din tevlî danişînê bû.   Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Baybars parastina xwe kir û got: “Me xweserî xwest. Xwerêveberî mafê me ye.”   Heyeta dadgehê derbarê Baybars bi îdiaya "Xirakirina yekîtî û yekparebûna dewletê" cezayê heta hetayê û bi îdîaya "biqestî kuştinê" 16 sal ceza, bi îdiaya "Bê destûr peydakirina madeyên xeternak" 7 sal û 6 meh ceza û dîsa bi îdiaya "ziyan dana malê cemaweriyê" jî 3 sal cezayê girtîgehê lê birî.   Li gel Abdulkadîr Baybars hejmara kesên ji Doza Nisêbînê ceza lê hatin birîn gihişte 47 kesî.