SES: Li nexweşxaneyan şewba Covît 19 ji sedî 51 zêde bû 2020-07-10 16:04:16 ENQERE  Navenda SES’ê li 51 bajarên Tirkiyeyê li 243 nexweşxaneyan der barê cîrûsa corona de lêkolîn kir. Navenda SES'ê encama lêkolînê parve kir û diyar kir ku li nexweşxaneyan şewba vîrûsa corona (Covît-19) ji sedî 51 zêde bûye.    Navenda SES'ê li ser rewşa vîrûsa corona (Covid-19) ya piştî 1'ê Hezîranê pêvajoya asayîbûnê li 51 bajaran li 243 nexweşxaneyan lêkolîn kir. Navenda SES'ê encama lêkolînê li Navenda Giştî ya SES'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya SES'ê Gonul Erden daxuyanî da û wiha got: "Li nexweşxaneyan rêjeya şewba vîrûsê ji sedî 51 zêde bûye. Li nexweşxaneyan tenê ji 4'an 1 şewb kêm bûye. Ji 4'an 3 jî şewb zêde bûye. Li nexweşxaneyan ji sedî 24 ji bo serwîsa Covid-19 hatiye plankirin. Li nexweşxaneyên Pandemî ji sedî 28 beş cuda kirine. Ji sedî 40'ê personelên nexweşxaneyê ji vê yekê ne agahdar in. Ev nîşan dide ku xebatkarên nexweşxaneyê tev li vê pêvajoyê nekirine. Piştî 1'ê Hezîranê dîsa dest bi perala xebata berê kirine. Li nexweşxaneyan ji sedî 77’ê xebata dorveger rakirine.    Ji sedî 13'ê nexweşxaneyan beriya emeliyatan tu nexweş nayên testkirin û testê ji nexweşan naxwazin. Ji sedî 20'ê nexweşxaneyan ji hemû nexweşan test tê xwestin. Ji sedî 42'ê nexweşxaneyan jî tenê kesên bi guman tên testkirin. Ji sedî 27'ê nexweşxaneyan, heta nîşaneyên nexweşiyê xuya nebin personelan didin xebitandin.  Ji sedî 38'ê nexweşxaneyan tenê kesên semptomê nîşan didin tên testkirin. Ji sedî 15' jî kesên temas kiribe nayên testkirin. Dîsa bi şewbê û pêvajoya asayîbûnê re tundiya li ser xebatkarên tenduristiyê jî sedê bû. Li gorî anketê li nexweşxaneyan ji sedî 30 tundiya li ser xizmetkaran zêde bû. Şewb herî zêde li Amed, Riha, Mêrdîn, Şirnex, Dîlokê zêde bûye.