Di karesata keştiyê de hejmara miriyan derket 19’an 2020-07-10 15:26:02 WAN - Di encama xebatên lêgerîna penaberên di keştiya di Gola Wanê noqî avê bû de, hejmara cenazeyên hatin dîtin, derket 19’an.   Xebatên lêgerîna penaberên di keştiya di 27’ê Hezîranê de, di Gola Wanê de noqî avê bû, dewam dikin. Berê di xebatên hatin bi rêve birin de, 13 cenaze ji avê hatibûn derxistin.    Di encama xebata piştî nîvro de, piştî derxistina 2 cenazeyan, 4 cenazeyê din jî hat dîtin. Cenazeyên hatin derxistin li morga Saziya Tipa Edlî (ATK) tên girtin.    Cenazeyên di keştiyê de bi rêbaza çengel avêtinê ji avê tên derxistin. Çengel bi cîhazanên Row ve tên kirin û yek bi yek cenaze tên derxistin.