Parêzer meşiyan 2020-07-10 15:24:32   ENQERE – Parêzerên li Enqereyê li dijî “Pir Baroyî" çalakiyan li dar dixin, ji bo daxwaznameyê bidin meclîsê dest bi meşê kirin.    Niqayên ji bo pêşnûmeya "Pir Baroyî" li meclîsê berdewam dike. Meclîsê bi dengê AKP-MHP'ê heta niha 12 xalên pêşnûmayê erê kirin. Li dijî vê pêşnûmaya "Pir Baroyî" çalakiyên parêzeran ji didomin. Serokên Baroyan ku lu Parka Kugulu ya li ser kolana Tunali Hîlmî di nobetê de bûn, bi boneya daxwaznameyê bidin meclîsê ji Parka Kugulu ber bi meclîsê ve dest bi meşê kirin. 80 baroyan bi hevre daxwaznameyek amade kirin. Piştî parêzeran daxwazname îmze kir, Serokê Baroya Enqereyê Erinç Sagkan, diyar kir ku daxwaznameyên ku amede kirine dê yek bi yek teslîmî meclîsê bikin. Sagkan, anî ziman ku ew ê bi mesafeya fîzîkî zincîrê çêkin û bimeşin meclîsê. Piştî daxuyaniyê serokên baroyan û parêzeran zincîr çêkirin û dest bi meşê kirin. Parêzer piştî meşê dê daxwaznameyê bidin meclîsê. Parêzeran di daxwaznameyê de xwest ku pêşnûmeyê paşve vekişînin.