Onlu ji bo betalkirina îhaleya nêçîra pezkoviyan daxwazname da Wezareta Daristanê 2020-07-10 14:14:21   AMED – Parlamenterê HDP’ê Alîcan Onlu ji bo îhaleya nêçîra pezkoviyan li Dersimê were betalkirin daxwazname da Wezareta Çandinî û Daristanê.    Wezareta Çandinî û Daristanê ji bo nêçîra pezkoviyên li Dersimê îhale dabû destpêkirin. Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu ji bo ev îhaleya ji bo nêçîra pezkoviyên Dersimê were betalkirin bi daxwaznameyek serî li Wezareta Çandinî û Daristanê da. Onlu di daxwaznameya xwe de xwest îhaleya ji bo pezkoviyan hatiye derxistin were betalkirin. Onlu diyar kir ku erdnîgariya Dersimê b isalene di bin êrişa dewlet û sermaye de ye û niha jî di bin navê nêçîra pezkoviyan de Dersim di hedefa kesên komkujiyê pêk tînin de ye. Onlu di daxwaznameya xwe de destnîşan kir ku îqtîdara AKP-MHP’ê dijminatiya çand, dîrok, xweza û zimanê Kurdistanê dike. Onlu da zanîn ku xwezaya pîroz û baweriya Dersimê bi êrişên giran re rûbirû ye. Onlu got yek ji van pîroziyên axa Dersimê pezkovî ne.