Di bîranîna Garê de ji bo Pirsûsê bang kirin 2020-07-10 14:08:33 ENQERE  - Kesên di 10’ê Cotmehê Komkujiya Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dan, di meha 57’emîn de hatin bibîranîn. Di bîranînê de, ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, bang hat kirin.      103 kesên di 10’ê Cotmehê Komkujiya Gara Enqerê de jiyana xwe ji dest dan di meha 57’emîn de hatin bibîranîn. Di bîranîna Malbatên Pirsûsê jî piştgirî dayê de, dirûşmeyên “10’ê Cotmehê ji bîr neke, ne de ji bîr kirin” û “Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo hemû kesan edalet” hatin berzkirin û wêneyên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabûn hatin vekirin.    Biranîn li Qada Garê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Komeleya Aştî û Piştevaniyê ya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakînci Coşgûn, di bîranînê de axivî û wiha got: “Îro em li vê derê ne bi tenê ne. Hevalên me yên bi me re heman çarenûsê parve dikin, di nava me de ne. Em ê îro ne tenê 103 kesan, emê 136 kesan bibîr bînin. 3 meh berî Komkujiya 10’ê Cotmehê, li Pirsûsê bombe teqiya û me gotibû ji bo Pirsûsê edalet, ji bo hemû kesan edalet. Di pêvajoya derbasbûyî de ne ji bo me û ne  jî ji bo malbatên Pirsûsê edalet ne hat bicih anîn.”    JI BO DOZA DI 16’Ê TÎRMEHÊ DE BÊ DÎTIN BANG    Coşgûn, ji bo danişîna di 16’ê Tîrmehê de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin bang kir û wiha got: “Di pêvajoya pandemiyê de, pêvajoya danişînê jî bi bandor bû. Em îro çawan rûpoşan didin ber rûyên xwe, divê em wisan jî xwedî li doza xwe derkevin. Em gazindkerên hemû dozên komkujiyane. Ji ber vê tevlîbûna me girîng e.”   HEWL DIDIN BÎRDARIYÊ DI 10’Ê COTMEHÊ DE BI DAWÎ BIKIN    Coşgûn, dest nîşan kir ku ew armanc dikin, bîrdariya kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da ne, heya di 10’ê Cotmeha 2020’an bi dawî bikin.   DI 20’Ê TÎRMEHÊ DE WÊ LI GUVENPARKÊ BIN   Li ser navê Rêxistinên Ciwanan Şahîn Parlak jî, derbarê Bîranîna Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmehê de li Gevenparkê li dar bixin de axivî û wiha got: “Ji bo ku em rêhevalên xwe yên ji çar aliyên welat xwestin biçin Kobanê û di teqîna li Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan bibîr bînin, em bang dikin. Emê têkoşîna wan dewam bikin.”