Serdozger: Derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene 2020-07-09 16:45:30   WAN – Serdozgerê Komarê yê Wanê Ogûzhan Donmez, çû cihê keleka ku noqî avê bûbû û duh hatibû tespîtkirin û diyar kir ku derbarê hejmara kesên di kelekê de gotinên hevnegirtî hene.    Lêkolînên li ser keleka ku di 27’ê hezîranê de noqî avê bûbû û duh di kûrahiya 106 metreyî de cihê wê hatibû tespîtkirin, didomin. Xebatên ji bo derxistina kelekê ya ser rûyê avê jî li golê berdewam dikin. Di saetên serê sibehê de di civîna ku bi koordinasyona Walîtiya Wanê hat lidarxistin de ji bo derxistina ji bin avê ya kelekê bi heyeta pispor re hevdîtin hatin kirin. Piştî hevdîtinan di saetên nîvro de Serdozgerê Komarê yê Wanê Ogûzhan Donmez, li peravên Girava Çarpanakê ku kelek nêzî wê noqî avê bûye lêkolînan kir.   JI SERDOZGER DAXUYANÎ   Serdozger Donmez, piştî lêkolînên xwe ji rojnamegeran axivî û diyar kir ku ji bo derxistina cenazeyan xebat didomin û heke pêşveçûn çêbibe em ê agahiyan parve bikin û wiha got: “Em jî li qadê lêkolînan dikin. Heke hewce bike dê ser kelekê bê vekirin û cenaze bên derxistin. Em van hemû îhtîmalan dinirxînin. Derbarê hejmara cenazeyan de zelaliyek tuneye. Niha lêpirsîn didome. Derbarê hejmara cenazeyan de gotinên hevnegirtî hene.”