Ji bo rojnameger Azîz Orûç edalet hat xwestin 2020-07-09 16:14:41 STENBOL – Di “Nobeta Edaletê” ya li Stenbolê hat lidarxistin de beriya doza rojnameger Azîz Orûç were lidarxistin edalet jê re hat xwestin.    Platforma Em Edaletê Dixwazin li ber Edliyeya Çaglayana Stenbolê çalakiya “Nobeta Edaletê” hat lidarxistin. Di çalakiya vê hefteyê ya nobetê de ji bo rojnameger Azîz Orûç ê girtî ye azadî û edalet hat xwestin. Hevjîna Orûç, Hulya Orûç jî bi tevî her du zarokên xwe re beşdarî çalakiyê bû. Di çalakiyê de pankarta “Em edaletê dixwazin” hat vekirin û wêneyên Orûç hatin hildan. Beşdaran dirûşma “Em ji bo Azîz edaletê dixwazin” berz kirin.    Endamê Meclîsa Berxwedêran Volkan Çeşma daxuyanî hat dayîn û diyar kir ku di şexsê Azîz Orûç de 197 rojnameger girtî ne û rojnameger li Tirkiyê ji ber ji îqtîdarê re qala rastiyan dikin tên girtin û yek ji van jî Azîz Orûç e. Çeşma anî ziman ku Azîz Orûç ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatiye girtin. Çeşma bi bîr xist ku Orûç dê di 21’ê tîrmehê de derkeve pêşberî dadger û di 21’ê tîrmehê de tenê ne Azîz Orûç dê rojnamegerên girtî hemû werin darizandin.    'BILA ZAROKÊN MIN BI BAVÊ XWE RE MEZIN BIBIN’    Hevjîna Orûç, Hulya Orûç jî axivî û destnîşan kir ku ew jî wek her kesî edaletê dixwaze û got: “Ez dixwazim zarokên min bi bavê xwe re mezin bibin. Bila Azîz bigihîje azadiya xwe. Azîz rojnameger e. Sûcdariyên li ser Azîz gelek giran in. Ez dixwazim her kes ji bo me piştevaniyê bike.”    Danişîna ewil a doza Azîz Orûç dê di 21’ê tîrmehê de li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê were lidarxistin.