Jinan got: Heya Meclîs bê girtin em ê di nobetê de bin 2020-07-09 15:11:44 ENQERE – Platforma Jinan a Li Dijî Efoya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan 103 a TCK’ê, wê roja Şemiyê li dijî afoya îstîsmarkarên zarokan û guhertina Peymana Stenbolê dakeve qadan. Jin wê di vê çarçoveyê de li ber deriye Meclîsê çalakiya xwe dewam bikin.   Platforma Jinan a Li Dijî Efoya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan 103 a TCK’ê, têkildarî nîqaşên efoya îstîsmara zayendî ya zarokan û Peymana Stenbolê bi rêbaza konferansa vîdeoyê, civîn li dar xist. Gelek nûnerên rêxistinên jinan û rojnameger beşdarî civînê bûn.   Endama platformê Tulîn Eraslan di civînê de axivî û wiha got: “Platforma Jinan a Li Dijî Efoya Îstîsmara Zayendî ya Zarokan 103 a TCK’ê di kêliya dawî de hat avkirin. Ev platforum ji 276 rêxistinên jinan ên pêşketinên derbarê guhertina Peymana Stenbolê û Efoya Îstîsmara Zarokan di nava fikar û gumanên mezin de dişopînin û 91 rêxistinên piştgir pêk tê.”   ‘HER ROJ GEFEK NÛ’   Endama Koma Jinan a Şopandina Wekheviyê Hulya Gulbahar jî, derbarê kampanyayê de axivî. Gulbahar, diyar kir ku bi salane weke tevgerên jinan di nava hişyariyê de dijîn. Her roj destkeftiyek jinan tê tehdîtkirin. Ev gef gelek caran li siyasetmedaran tê. Bi taybetî polîtîkayên dewletê mafên jinan ên 200 salin hatine bidest xistin tehdît  dikin. Yek ji van gefan jî meleya efoya îstîsmara zayendî ya zarokane. Emê jî li dijî vê yekê heya ku Meclîs bê girtin li ber deriyê wê di nobetê debin.”   Gulhabar bang li desthilatdariyê kir û wiha got: “Em dibêjin dest ji bernameya xwe ya guhertina Peymana Stenbolê û efoya îstîsmarkarên zarokan berdin. Ger hûn vê yekê nekin emê heya 15’ê Tîrmehê li ber deriye Meclîsê di nobetê de bin. Wê şev û rol xew ji bo me nebe. Emê xebatên xwe bê navber dewam bikin.”   BANG LI MÛXALEFETÊ JÎ KIR   Gulbahar, di heman demê de bang li beşên mûxalîf jî kir û wiha pê de çû: “Divê em vê rewşê bixwin rojeva civakê. Em baş dizanin ku armanc ne malbatên mexdûrin. Armanc qanûna medenî ji dewrê derxistine. Em bi vê qanûnê behsa pêşeroja bi mîlyonan zarokên keç dikin. Em dizanîn ku desthilatdarî dixwaze modela civakek nû derbixe holê. Divê em li dijî vê projeya civakî derkevin. Di vî warî de divê partiyên mûxalîf û rêxistinên jinan nêzîkatiyek xurt nîşan bidin. Lazime ku dest ji terzê mûxaletefa apolitik bê  berdan.”   ŞEMIYÊ WÊ DAKEVIN QADAN   Suheyla Dogan jî, dest nîşan kir ku ew ê weke platform jinan roja Şemiyê li tevahiya Tirkiyeyê dakevin qadan û bi partiyên siyasî yên di Meclîsê dene re, her tim di nava têkiliyan de bin.