Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê diyar bû 2020-07-09 12:51:21 ENQERE – HDP wê bi kampanya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ re bi hemû beşên civakê re bê gel hev û cirma qidemê, hilweşandina ekolojîk, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan, pevçûn û operasyonan û pirsgirêkên li welat bi gel re nîqaş bike.    Bernameya ‘Hevdîtinên Demokrasiyê’ ya HDP’ê ku di çarçoveya Bernameya Tekoşîna Demokratîk de dabû destpêkirin, diyar bû. Wê di vê pêngava duyemîn de HDP bi gelek bêşên civakê re bê gel hev. Dê HDP destpêkê bi nûnerên parastinê ku li dijî pêşnîyarqanûna baroyan derdikevin re bê gel hev.    HEVDÎTINÊN GIRTÎGEHA AMADE Û ÛLÛCANLARI   HDP, dê di 14’ê Tîrmehê de li ber derê Girtîgeha Amed û Muzeya Ûlûcanlar a Enqereyê, bi şîara “Em ji bo tev bi hev re hiqûq û mafê mirovan tên gel hev” daxuyanî bide. Wê malbatên girtiyan û parastvanên mafên mirovan jî tevlî daxuyaniyan bibin. Di çalakiyan de dê beşdar pirsgirêkên li girtîgehan, neheqiya pergala înfazê, rewşa girtiyên di rojiya mirinê û greva birçîbûnê de bînin ziman.   LI RIHAYÊ HEVDÎTINA KEDÊ   Navendeke din a girîng a hevdîtinan karkerên çandiniyê be. Di vê çarçoveyê de li Rihayê yê herêmê ku gelek karkerên demsalî lê hene hin çalakî bên lidarxistin. HDP, wê li bajar “Hevdîtina Kedê ya bi Karkerên Çandiniyê yên Demsalî re” pêk bîne û armanc dike ku bi vê yekê bi rêxistinên kedê re di anv têkiliyan de be.   DI PIRSGIRÊKA KURD DE DAXWAZA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK   Di 17’ê tîrmehê de jî hevdîtineke girîng pêk bê. Ji bo balkişandina ser operasyonên derveyî sînor ên ku di encamê de sivîl jiyana xwe ji dest didin û daxwaza “aştiyê” ya gel li Amedê hevdîtineke xurt bê lidarxistin. Wê di hevdîtinê de çareseriya demokratîk a Pirgirêka Kurd bê ziman û tê payîn ku partiyên kurdistanî û hêzên demokrasiyê jî tevlî hevdîtinê bibin.    CIRMA QIDEMÊ    Li Stenbolê jî di 17’ê tîrmehê de bi şîara “Cirma qidemê û bêkarî” hevdîtinek pêk bê. Wê di hevdîtinê de mafên kedkaran ên tên xespkirin û xizanî û daxwaza aştiyê derkeve pêş û sendîka, rêxistinên pîşeyî, komeleyên karkeran, Kesên Teqawîtiya wan li Emr Eleqiye (EYT) beşdar bibin. Wê ji herkesî re mafê axaftinê bê dayîn.   BEŞÊN BAWERIYÊ    HDP ji bo komên baweriyan jî xebateke bi rê ve dibe. Wê bi mijara “Em ji bo Azadiya Gelan û Baweriyan Tên Gel Hev” di 18’ê tîrmehê de li Hatayê hevdîtinek pêk bê û nûnerên komên olî di hevdîtinê de cih bigirin.   HEVDÎTINA MALBATÊN PIRSÛSÊ   Wê di 20’ê Tîrmehê de roja salvegera Komkujiya Pirsûsê li Stenbolê bi malbatên qurbaniyan re çalakiya rûniştinê bê lidarxistin.    KHK’Î   Di 20’ê tîrmehê de HDP ji bo salvegera 4’emîn îlankirina Rewşa Awarte ya piştî Hewldana Darbeya Leşkerî ya 15’ê Tîrmehê, bi kedkarên ku bi KHK’ê ji kar hatin avêtinê re bê gel hev. Di vê çarçoveyê de “Hevdîtina Demokrasî û Edaletê” bê lidarxistin û ji hemû bajaran bi tevlîbûna KHK’yên dê li Enqereyê hevdîtin pêk bê.    HDP, di 21’ê tîrmehê de jî li Stenbolê “Hevdîtina Ronakbiran” li dar bixe. Wê HDP bi akademisyen, nivîskar û hunermendan re bê gel hev û ji bo dema pêş nêrînên wan guhdar bike.   CIWAN    Wê HDP di 22’ê tîrmehê de bi nîfşa Z ku bi azmûna YKS’ê ket hedefa desthilatê re jî li Stenbolê bê gel hev.   QENALA STENBOLÊ   Li dijî projeya Qenala Stenbolê ya bi nîqaş jî li Stenbolê bi beşdariyeke berfireh hevdîtineke ekolojiyê pêk bê.  Di heman demê de ji bo hilweşandina ekolojiyê ya li welat jî nêrîn û pêşniyar bên girtin.    FÎNAL LI ÎZMÎRÊ YE   Rawesatageha dawîn a hevdîtin demokrasiyê di 26’ê tîrmehê de li Îzmîrê be. HDP, wê bi gelek rêxistinên sivîl, sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk re hevdîtinan bike û bi mijara “Em tev bi hev re ji bo demokrasiyê tên gel hev” civîneke vekirî li dar bixe û kursiyê demokrasiyê ava deyne.   1’Ê ÎLONÊ   HDP, wê di meha tebaxê de jî çalakî û hevdîtinên xwe bidomîne û hedef dike ku di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de mitîngên girseyî li dar bixe.   MA / Berîvan Altan