Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan 2020-07-09 10:43:12   STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêbarê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye, Rezan Sarica, Îbrahîm Bîlmez, Serbay Koklu û Raziye Tûrgût, ji bo ku sibê bi muwekîlê xwe re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal, piştî 8 salan di sala 2019’an de bi Ocalan re 5 hevdîtin kiribûn.    Ji 7’ê tebaxa 2019’an ve parêzer 85 caran serlêdan kirin, lê serlêdanên parêzeran ne bi erênî û ne jî neyînî nayin bersivandin.