Ji ber ku daxwazname nenivîsand girtî ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hat hesibandin! 2020-07-09 09:56:16 ENQERE – Wezareta Edaletê bersiv da Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû ku rewşa girtiyê bi navê Ahmet Ûgûr ku Miduriyeta Girtîgeha Çewlikê li forma wî “endamê aktîf ê rêxistinê” nivîsandibû û biribû rojeva meclisê. Wezaretê, angaşt kir ku girtî ji ber ku daxwazname nenivîsandiye li forma wî wiha hatiye nivîsandin.    Derbarê girtiyê bi navê Ahmet Ûgûr ku bi KHK’ê hatiye îxrackirin û li Girtîgeha Tîpa M a Çewlikê girtî ye de ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve li forma wî ya girtî-hikumxwar ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hat nivîsandin. Ûgûr ku ji 7’ê tîrmeha 2016’an de ve girtî ye, di nameya xwe ya ku ji Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû re nivîsand de ragihand ku derbarê wî de biryareke teqez a hiqûqî ku “endamê rêxistinê” ye tuneye.   JI WEZARETA PIRSÎ   Gergerlîoglû, rewşa girtî Ûgûr bir rojeva meclisê û bi daxwaza ku Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne bi pêşnûmepirseke nivîskî da Serokatiya Meclisê. Gergerlîoglû, di pêşnûmepirsê de cih angaştên Ûgûr û pirsa ku li forma Ûgûr ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hatiye nivîsandin an na kir.    JI BER KU DAXWAZNAME NEDAYE HATIYE NIVÎSANDIN    Wezaretê peşnûmepirsa Gergerlîoglû bersviand û diyar kir ku dema ku Ûgûr birine girtîgehê derbarê asta xwe ya di nav rêxistinê de daxwazname nenivîsandiye, derbarê wî de li forma wî ya girtî-hikumxar ‘endamê aktîf ê rêxistinê’ hatiye nivîsandin.   MA / Dîren Yûrtsever