'Em ê li dijî îşkenceyê îsyana xwe mezin bikin’ 2020-07-09 09:24:46 WAN – Jinên Wanê diyar kirin ku îşkence û girtina aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Çetîn hatiye kirin li dijî her kesî pêk hatiye û ew ê li dijî îşkenceyê û girtinan rêxistinbûyîna xwe mezin bikin.  Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endama Desteya Rêveveberiya Xwecihî ya Demokrtîk a HDP’ê Sevîl Rojbîn Çetîn di 26’ê hezîranê de li Amedê di serdegirtina malê de bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin. Nerazîbûna li dijî Çetîn di raya giştî de deng vedabû û hêj ev nerazîbûn didome. Ji ber lêpirsînek li Mêrdînê derbarê Çetîn de hatiye destpêkirin wê birin emniyeta Mêrdînê û piştî 12 rojan ew birin edliyê û ji aliyê dadger ve hat girtin. Jinên siyasetmedar ên li Wanê bertek nîşanî îşkencekirin û girtina Çetîn dan.   'ÎŞKENCEYÊ ÎSYANA ME ZÊDETIR KIR’    Hevşaredara Navçeya Serayê Caziye Dûman a ku qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin diyar kir ku divê jin li dijî îşkencekirina li Çetîn hat kirin bêdeng nemînin û got: “Îşkenceya li Çetîn hat kirin li hemû jinan hatiye kirin. Ev îqtîdar dixwaze bi tundiyê jinan bêdeng bike. Lê wê jin bêdeng nebin. Tenê ne li Wan, Colemêrg û Amedê jin li ser pêya ne li her devera dinyayê jin li ser pêya ne û li dijî vê îşkenceyê îsyana me heye. Em li cem Rojbîn Çetîn in. Hevala me Rojbîn a bêhiqûqî hat girtin bila demildest were berdan.”    ‘DIVÊ EM HIN BÊTIR XWE BI RÊXISTIN BIKIN’    Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Artemêtanê Şukran Şen jî da zanîn ku îşkenceya li Çetîn hatiye kirin li hemû jinan hatiye kirin û got: “Min her birîn û her êşa hevala me Rojbîn wek êş û birînên xwe dît. Heke ev tişt tên serê hevşaredara me ya Artemêtanê ya berê Rojbîn ji ber kêmasiya me hemûyan e û têkoşîna me nehatiye astek ku têr dike. Tişta ku em ji niha şûn ve bikin; divê em hin bêtir rêxistinbûyîna jinan ava bikin. Divê em jin li dijî rewşên wiha gavên bi hêz biavêjin.”    ‘ÎŞKENCE HAT REWAKIRIN’    Endama Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Elîf Yigît jî anî ziman ku polîtîkaya îqtîdarê ya li dijî jinan xwe di şexsê Rojbîn Çetîn de derxistiye holê û got: “Rojbîn Çetîn dema hevşaredara Artemêtanê bû bi awayekî neheqî qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin û îrade hatibû desteserkirin. Niha jî bi îşkence û girtinê dixwazin azadiya wê ji destê wê tê girtin. Walîtiya Amedê îşkenceyê parast û adeta rewa dît. Şert û merc çi dibin bila bibin heta dawiyê em ê li dijî vê zihniyeta jinan tune dihesibîne têbikoşin.”