Akademiya Uvercînkayê vebû 2020-07-09 09:22:40 WAN - Navenda Çandê ya Uvercînkayê, deriyên "Akademiya Uvercînkayê" ji hunerhezan re vekir. Wê li akademiyê hezar û 400 kes bên perwerdekirin.  Navenda Çandê ya Uvercînkayê ku di sala 2016'an de li Wanê hat avakirin, ji roja hatiye avakirin heya niha gelek xebatên çand û hunerî kirine. Wê navend êdî karê xwe li cihê xwe yê nû bidomîne. Navê cihê nû "Uvercînka Akademî" ye, li hemberî Qesra Çandê ya Wanê ye. Wê li vî cihê nû hezar û 400 kes bi hev re bên perwerdekirin.    Ji avakarên navenda çandê Fatîh Taşdemîr, anî ziman ku armanca wan ew e ku mirov ji hunerê hez bikin û di navbera rojhilat û rojavayê de pirekê ava bikin.    Taşdemîr, diyar kir ku dixwazin li Wanê xebatine pir baş bikin û got, ji bo vê jî wê di gelek qadan de xebatên wan ên perwerdehî û çalakiyên hunerî hebin.    Taşdemîr, got: "Li vira mamosteyên me yên hêja hene. A girîng ew e ku em tecrûbeyên van mamosteyan bigihînin hunerhezan. Em dixwazin hunerê bi mirovan bidin hezkirin. Ev der dibistaneke mezin a hunerê ye. Kapasîteya me hezar û 400 kes e. Li dibistana hunerê beşên me yên dans, resm, şano, peyker, muzîk, seramîk û galeriyaya hunerê hene. Bi taybetî em ê bi mamosteyên ku di warê şano û sînemayê de tên naskirin re bixebitin."    Taşdemîr, bang kir û got: "Ez bang li kesên dixwazin tevlî me bibin dikim; em pev re dikarin îmzeyê deynin binî gelek xebatan."