Serokê Baroya Mêrsînê: Pir baro projeyeke FETO'yê ye 2020-07-09 09:22:09 MÊRSÎN - Seroka Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, diyar kir ku plana "pir baroyan" di salên 2000'î de dest pê kiriye û "Projeyeke FETO'Yê ye. Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku wê ev yek bibe sedema cihêkariyeke civakiyî.  Seroka Baroya Mêrsînê Bîlgîn Yeşîlbogaz, plana "pir baroyan" ku îqtidar dixwae pêk bîne nirxand.    ‘DIXWAZIN BAROYAN PERÇE BIKIN'    Yeşîlbogaz, anî ziman ku baro nûnerên herî mezin ên parastinê ne, lê belê niha bi talûkeyeke wekî perçekirinê re rû bi rû ne. Yeşîlbogaz, bilêv kir ku ev yek berê jî hatiye kirin û got, bi vê pêşnûmayê re tê xwestin ku baroyan desteser bikin, perçe bikin û bêdeng bikin. Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku plana perçekirina baroya di salê 2000'î de dest pê kiriye û ev yek "projeyeke FETO'yê" ye. Yeşîlbogaz, got: "Di sala 2010'an de jî hewl dan baroyan perçe bikin. Wê demê ji bo daraz giş bê bidestxistin hin beşên Qanûna Bingehîn guherandin û bi vî awayî hîmê HSYLK'ê guherandinç HSYK'ê bi dest xistin û dû re dadger û dozgerên alîgir di nav pergala darazê de bi cih kirin. Piştî vê projeyek der barê baroyan de hebû. Lê me nehişt wê projeyê pêk bînin. Çimkî mecbûr man li ber serxwebûna parêzeran nebîatkirina wan bisekinin."    WÊ ÇALAKÎ BIDOMIN    Yeşîlbogaz, destnîşan kir ku wê ev pêşnûma bibe sedema cihêkariyeke civakiyî û got, li Tirkiyeyê ji 130 hezar parêzerî ji sedî 90 û 80 baro bi talûkeya "baroya pirjimar" re rû bi rû mane û got: "Wê li dijî vê pêşnûmayê têkoşîna me dewam bike. Em ê vê yekê bi du awayî bikin. Yek; heya ji meclîsê derkeve em ê bitêkoşin û wê çalakiyên me bidomin. Lê ji bo di meclîsê re derbas nebe çi ji destê me bê em ê bikin. Her wiha em ê bi awayekî hîn bihêztir li ber meclîsê bin. Heger bi awayekî aqlê selîm rêya yekemîn esas neyê girtin, vê carê em ê pêvajoya têkoşînê ya dudoyan bidin destpêkirin û çalakiyên cur bi cur li dar bixin."    MA / Omer Akin