Ji bo 33 rêwiyên xeyalan kampanyaya 'edaletê' 2020-07-09 09:21:28 STENBOL - Hevseroka SGDF'ê Alev Ozkîraz, anî ziman ku wê di "hefteya edaletê" ya ji bo kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin de di navbera 10-20'ê Tîrmehê de hin çalakiyan li dar bixin û bi van çalakiyan kesên jiyana xwe ji dest dane bibîr bînin.  Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ciwanên bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) de li hev kom bûn û ji bo ji zarokên Kobaniyê re pêlîstokan bibin ketibûn rê hatibûn Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsê. Gava ciwan li baxçê navenda çandê bûn DAIŞ'ê êrîşeke xwekujiyê biribû ser wan û di teqînê de 33 kesî jiyana xwe ji dest dabû û 104 kes jî birîndar bibûn. Piştî vê kesên jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bibûn wekî "rêwiyên xeyalan" hatibûn binavkirin.    24 rêxistinên ciwanan ku SGDF pêşengiya wan dike, di 5'emîn salvegera komkuiyê de navbera 10-20'ê Tîrmehê wekî "hefteya edaletê" diyar kir û wê di vê hefteyê de ji bo bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane çalakiyên cur bi cur bên lidarxistin.    ÇALAKÎ   Hevseroka Giştî ya SGDF'ê Alev Ozkîraz, anî ziman ku dê di çalakiyên di çarçoveya kampanyayê de bibêjin "Ji bo Pirsûsê edalet, ji bo her kesî edalet" û got, wê di çarçoveya meşan de li Okmeydaniyê ji bo Berkîn Elvan, li Şîşliyê ji bo Hrant Dînk, li Îkîtelliyê ji bo Hasan Ogûz ê di dema pêvajoya Covîd-19'ê de jiyana xwe ji dest da û wê li Beyoglûyê jî ji bo Hande Kaderê daxwazên xwe yên i bo edaletê bînin ziman. Her wiha Ozkûraz, bilêv kir ku ji bo bal bikişînin ser qirkirina jina û şidetê jî wê li Kadkoyê "Zincîra Edaletê" û ji bo akademîsyenên aştiyê, parêzer û xwendekarên ji wargehên xwendekaran hatine avêtin jî" Kursiya Edaletê" li dar bixin.    Ozkîraz, bilêv kir ku tevahiya civakê bi bêedaletiyê re rû bi rû maye û got, li hemberî vê rewşê girseyan "zor daye barîkatan" û hewl didin "axa mirî" ya li ser xwe bavêjin. Ozkîraz, got: "Di vê çarçoveyaê de em jî dicwazin têkoşîna ji bo edaletê dorfirehtir bikin. Mesela HDP û baro li dijî bêedaletiyê meşiyan. Me jî gava naveroka vê kampanyayê amade kir di vê çarçoveyê de gav avêtin. Ji bo em bibin dengê daxwaza ji bo edaletê ya civakê me pêvajoyeke wiha da destpêkirin."    ‘WÊ EDALET LI KUÇEYAN BIWELIDE'    Ozkîraz ku got "Îqtidara ku li Pirsûsê komkujî pêk anî û ya ku îro jinek kuşt heman îqtidar e" got: "Armanca me jî em li dijî vê îqtidara komkujer bibin yekwicûd. Em ê ji bo hemû kesên bi bêedaletiyê re rû bi rû dimînin bên cem hev. Ji bo Pirsûs û her kesî wê edalet tenê bi dadgehan neyê. Loma em dixwazin têkoşîna edaletê li kuçeyan zexm bikin. Ji xwe em dizanin wê edalet li kuçeyan biwelide."    Ozkîraz, ji bo têkoşîna ji bo edaletê bang li her kesş kir û got: "Werin em bi hev re dakevin kuçeyan bitêkoşin û edaletê bînin."   Xwendekar Lîzge Bîter ku di nav kampanyayê de cih digire, anî ziman ku li çar aliyên welêt bêedaletî heye û got, armanca wan ew e ku hemû kesên bi bêedaletiyê re rû bi rû mane bên cem hevdu û têkoşîneke hevpar ava bikin.    MA / Mehmet Aslan - Ferhat Çelîk