Midûriyeta Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya lez daye xebatên xwe 2020-07-09 09:19:28 ŞIRNEX -  Midûra Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Silopiya Nergîz Ant diyar kir ku wan lez daye xebatên xwe û ew li dijî her cûre tundiya jinan li cem jinan cih digirin.  Şaredariya Silopiya ya HDP’ê sê meh berê Midûriyeta Polîtîkayên Jinan ava kir. Tevî ku ev bû sê meh ev yekîne ango midûriyet hatiye avakirin jî ji bo jinan gelek xebatên girîng hatin birêvebirin. Midûra Polîtîkayên Jinan Nergîz Ant derbarê xebatên xwe de axivî. Ant anî ziman ku di pêvajoya pandemiyê de wan xwest ku di her qadan de ji jinan re bibin alîkar û di rojên pêşiya wan de jî ew ê lez bidin xebatên xwe yên her cûre ku jinan eleqedar dike.    ‘JIN BI TUNDIYÊ RE RÛBIRÛ DIMÎNIN’    Ant diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de tundiya li ser jinan zêde bû û got: "Di pêvajoya pandemiyê de me xwest ku em xebatên xwe bi awayeke çalak bidin meşandin. Di vê pêvajoyê de gelek jin bi tundiya fîzîkî û derûnî re rûbirû man. Ji bo ku jinên bi tundiyê re rûbirû dîminin,  xwe bi hêsanî bigihîjînin me xeta tundiyê da avakirin. Ev xeta me 24 seatan dixebite. Di vê pêvajoyê de ser vê xetê 7 jinan xwe gihiştandin me. Pişt re me bi van jinan re hevdîtin pêk anîn û ji bo ku em ji wan re bibin alîkar ketin nav hewlêdanan."   DI QADA ABORÎ DE PIŞTGIRÎ DAN JINAN    Ant da zanîn ku di heman de ew di qada aborî de jî ji jinan re bûn alîkar û wiha got: “Me ji bo jinan xebatên çandiniyê jî kirin. Me li taxa Yenîşehîrê 9 donim û li taxa Cumhûriyetê jî 20 donim zebze ji bo debara jinan çand in. Ev zebze ji jinên ku pêdiviya wan pê heye tê belavkirin. Bi vê xebatê jî me xwest di qada aboriyê de jin bi tenê û perîşan nemînin.”    DÊ NAVENDA ŞÊWIRMENDIYÊ Û BAZARA JINAN VEKIN    Ant destnîşan kir ku ji bo siberojê jî xebatên wê birêve bibin hene û got: “Di serî de xebatên me yên ji bo vekirina Navenda Şêwirmendiya Jinan didomin. Di heman demê de em dixwazin ku di rojên pêşiya me de bazara Keda Jinan vekin. Bila jin tu caran ji bîr nekin ku em wekî Midûriyeta Polîtîkayên Jinan, her tim li cem wan in. Li dijî her cûreyê tundiyê em ê bi wan re bin û em ê bibin dengê wan."   MA  /  Zeynep Dûrgût - Mujdat Can