Xwestin Şîmşek serbest bê berdan 2017-12-30 15:52:06 STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş û astengiyên li pêşberî dermankirina wan, çalakiya "Rûniştina F" a sala dawî pêk anî û xwest Alî Şîmşek serbest bê berdan. Endamên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş çalakiya "Rûniştina F" li darxistin. Çalakiya ÎHD'ê 301 hefte ye li Qada Galatasarayê dewam dike û di çalakiyê de hat xwestin ku girtiyên nexweş serbest bên berdan. Di çalakiyê de endamên ÎHD'ê û hunermend Pinar Aydinlar jî cih girt. Vê heftê rewşa girtiyê nexweş Alî Şîmşek hat bibîrxistin    ‘DÊ BI CILÊN YEK RENG PÊVAJIYEK ZEHMET DEST PÊ BIKE’   Hunermend Pinar Aydinlar daxuyanî xwend, aşkera kir ku binpêkirinên mafan gelekî zêde ne û ev tişt got: "OHAL cara 5'emîn dirêj kirin, KHK'ên ku hatin derxistin, hemû mafên bingehîn û azadî tê sînorkirin. Bi taybetî bi KHK'a nû re, polîtîkaya bê cezabûnê bi pêş dixin û bi vî renî şidetê rewa dikin. Bi pêvajoya cilên yek reng re dê rojên zehmet dest pê bikin."   ‘GIRTÎ NAYÊN DERMANKIRIN’   Aydinlar aşkera kir ku Alî Şîmşek 22 sal e di girtîgehê de ye, varîsa wî bi pêş ketiye û nayê dermankirin û ev tişt anî ziman: "Varîsên di lingê wî de gelekî bi pêş ketine. Lê 4 sal e di pişta wî de fitiq heye û êşa piştî dikişîne. Ji ber van êşên giran, nikare piyê xwe yê rastê bi xwe re bikişîne û di rêveçûnê de zehmetiyan dikşîne. Bi darçendan bi rêve diçe. Nêzî mehekê ye 23 saetê xwe di nava nivînan de derbas dike. Parêzerên ÎHD'ê bi Şîmşek re hevdîtin kirin, dan zanîn ku Şîmşek di meha Tebaxê de 2 carna sewqî nexweşxaneyê kirine, lê heta meha Mijdarê sewqî nexweşxaneyê nekirine, di meha Mijdarê de ji du sewqan tenê yek pêk hatiye. Di van sewqan de tenê fîlm kişandine û tomografî kişandine. Lê tu dermankirinên cuda pêk nehatiye."   Aydinlar destnîşan kir ku girtiyan dema sewqê nexweşxaneyê dikin, di hucreyên rîngê de bi kelepçekirî dimin nexweşxaneyê û ev wekî îşkence pênase kir. Aydinlar bang li hemû saziyan kir ku der barê girtiyên nexweş de serwext tev bigerin.